Hoşeng Biroka jî bû tirşikçî

Biraderên hêja û qedirgiran

Xwendevanên Lotikxanê…

Piştî demeke dirêj ezê dîsa çend rêzenivîsên barkirî bi rexne pêşkêşî cenabê we bikim.

Mijara nivîsa îro rewşenbîrê tirtire yê Rojavayî Tirtire Hoşeng Biroka ye

hosheng 1Min babeta komkujiya Êzîdiyên Şingalê lêkolîn dikir, min xwe berda nav şax û baxên googlê, hûn zanin ez rastî çi hatim bê efendî???

ez rastî navê Hoşeng Biroka yê tirtire hatim, Min gelek nivîsên vî camêrî dîtin yên ku êrîşî Mîrê Êzîdiyan dikir û hinek ji wan jî êrîşî heyeta rûhanî ya Êzîdiyan dikir û hinek jî hemî şîretên Kurdewarî bûn. Aşhedû bilah, heya bi vir baş e ji ber li gora agehdariya min ev camêr bi xwe merovekî komonist bû! Û ger bavêje sembolên Olî dibe û xwe lê dixwe allahwekîl

Lê gava min wêneyê wî bi serokê heyeta rûhanî û mîrê Êzîdiyan re li gel papisê Filehan dît û vîdyoya wî gava destê Papis maç dike, ahûz û billeh, ez matmayî mam, mîda min jê li hev ket, min got wel wel wel ewqas jî nabe.

Min ji xwe re got „nabe meriv ewqasî munafiq be û sivik nêzî bîr û boçûnên xelkê bibe“.

Qaşo tu merevekî demoqartî û komonistî, ji hêlekê ve te xwe kiriye bin milê Qasimê Hefto ku ew bixwe mîna axan li xwe dinere û ji hêla din ve tu komonistî, de werin û vî kerî di vî borî re derbas bikin bê efendî lerrrrr.

Min li vir û wir pirsî û kola derket: Ev zilam berî çend salan hevalê PKK bû, piştre xwe nêzîkî mam Celal kir û niha jî xwe nêzîkî dolarên PDK dike. Dêmekî ew mîna teyrê berata ye, bêhna dolaran ji kur bê ew li wir e. Yanî kurt û Kurmancî, li pey bêhna dolaran diçe û navê wî bûye Hoşengê Dolarçî.

Li gora zanîna min..

Ew yek ji damezrênerê Meclisa Êzîdiyên Sûriyê bû, bi kêrî wê nehat û du serî di beroşekê de nekelîn. Ew û Serhan Mesîh rabû dev ji wan berda û xwest tiştekî din ava bike. Lê pêre derneket.

PKK pere nedanê ji ba wan çû, PKK mîna Şêxê Êzîdiyan û melê Misilmanan e,  dayîn li ba wan tune, hema her dibê ka.

Perê YNK kêm bûn, li gel biraderê xwe Heyder Heşto dev ji wan berda. Kuro lawo perê mamo incex têra elokên wî bikin baba!

Û niha bi dizî xwe nêzîkî PDK dike, xweya dike savara wan bi rûn ê malê ye û bêrîka wan germ e û ya Hoşeng can jî tijî kirine. Bi xwedê  Şêx Şamo Ezîmek ji Ezîmê Êzidiyên PDK ye ku karîbû Hoşeng bibe aliyê xwe, bijî şêx Şampo bijî!

De ser xêrê be yabo û xwedê tihala dolaran li me jî bibarîne Hoşeng can.

Û me bavêje ser pişka PDK û dolarên wê û me dûrî munafiq, keysbazan û bêrîkên vala bike.

Amîn ya rebel alemîn!

 

Almanya

hosheng 3

About The Author