ENKS revî revî ji Hesekê Derket

Van malmîratê ENKS li Heskê bi xwe de ritîn allahwekîl,  bi wê quranê her tişt li pey xwe hiştin û revîn. Wek kîroşka go ji ber tajî bireve, rêya ber lingên xwe nedîtin û xwe di qulik û qulêran de veşartin.

Beşarko dest bi şer kir nekir, tu van endam û rêvebirên ENKS nebîne, mal mîrata gav kirin şelît û li pişt xwe jî nenerîn, weleh em di we de man, ma hûn yên ku welatan rizgar bikin begefendîlerrr! Hey we xwelîya heft gundan li serê me kirino, ku me pişta xwe bi we xurt kir û hêviyên xwe bi we ve girêdan, we kumê me li ber Apociyan tewand. Hema Apocî çawabin jî bi mêranî  li berxwe didin û kolosê xwe li ber Egala Ereban natewînin law, ma hema ziravê pisîkê jî bi we re tune oxlim? Pisîk bi pisîktîya xwe gava cîh lê teng dibe, ji tirsa be jî, radiperike xwedî yan dijminê xwe û qeremûşkan jê dide. Lê hûn? Ma bi galegal û tir û fisan tenûr germ dibe babam?

 rev Kopie

Min fam kir ku hûn bi kêrî şer nayên û hûn nikarin tiştekî bikin, ê de  bihêlin bela camêrên din karekî bikin qurban, hûn ne dikin û ne dihêlin kes bike, madem hûn bi kêrî lotikan nayên, bihêlin bela kesên din zîtirkan bavêjin wî.  

Axir, we meşa Amûdê ji bo wê qîzika ku tev li YPJ bû çêkir, we mesela wê qîzikê  kir meseleyek alemî û li Eurûpa. Li Rojava, li Başûr û Bakur we ji bo wê qîzikê meş çêkirin. Lê  we nikarîbû ji bo Kobanê, Şengalê û Hesekê meşekê çêkin,  weleh we kolosê me li ber van Apociyan xwar kir û we em li ba xelk û alemê rezîl û riswa kirin lo. Malmîratno, hema bi henekî be jî tirrekê bikin û deng ji xwe bînin law! 

Lê ne sûcê we ye babam, sûcê me ye. Xuya dike em ji dola kerane ku hîn em didin pey we!

Hûn ji serok dixwin, ji itlîfê dixwin, ji nîzamê dixwin, zikê we bû meşk, ma hûn têr naxwin?

Ê de zeqilmewta we be, de bixwin heya hûn bibehicin û xelas…

 

About The Author