Îsraîl kir wî, ew jî çûûûûûûûû!

pasdarBelê, li gor fitne û fesadên nava Hizbûllahê dibêjin, dibêjin helîkopterên Îsraîlê bombe bi ser sîxur û pasdarên îranê de barandine û li Sûrîyê pasdarekî Îranî û 5 endamên rêxistina Îranê bi cehnemê şad kirine.

Li gor qûnek û qûndeyên Hizbûllaha Lubnanê dibêje, helîkopterên Îsraîlê li Girê Gulanê êrişî endamên wan kirine û pasdarê Îranî û endamên wan kujtine û berê wan dane cehnemê.

Herweha Fermandehiya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ew nûçe piştrast kiriye û gotiye „Pasdarekî pilebilind ê bi navê Mihemed Eliyollah Dadî û komek endamên Hizbullahê di encama êrişa hêzên îsraîlî de hatine kujtin û niha li axretê seyranê dikin“.

Axir, li gor sîxurên me yên li axretê radigihînin, pasdarê Îranî û endamên Hizbûllahê niha li ser pira siratê asê mane û nizanin wê çi bikin. Hinek dibêjin „wê biçin bihuştê“ û hinek jî dibêjin „na wele zebanîyên cehnemê li bi dahol û zirne li Benda wan e.

Ez serê we neêşînim, Îsraîlîyên me vê carê lotikek xweş avêtin û tirr ji pasdarekî îranî berdan.

Îcar wê zebanîyên cehnemê çi afatê bînin serê wî, ez jî meraq dikim wesselam..

Îsraîl

About Author

One thought on “Îsraîl kir wî, ew jî çûûûûûûûû!

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.