Kîjan me têr dike, dewlet an kanton?

qadoserinDijminên gelê kurd ên sereke û kilasîk nema dikarin wek berê li dijî kurdan derkevin û dakevin sengerên şer û li dijî kurdan şer bikin, êdî di bin mase û li pişt perdeyan pilanan dideynin û hin din, belkû hin kurd jî pêktînin. Eger em Başûrê Kurdistanê wek nimûne bibin, emê di encama destdirêjî û tevlihevî û ziyanên rojevê de derdikevin, bê dudilî bibêjin, ku ketineke Kurdistana Başûr hebe wê bi destê Musulmanên tundrew, PKK û yan jî bi destê baskê Îranê di nav YNKê de be.

Yek gelê kurd û yek Kurdistan heye, lê gelek bîr û boçûnên kurdan ên cuda ji bo çareserkirina pirsa gelê kurd hene. Bi texmîna me tenê dewleta Kurdistan a serbixwe dikare pirsgirêkên kurdan çareser bike, ji pêvî wê, wê kurd neserbixwe û ne jî azad bin di biryarên xwe de, êdî wê nikaribin xwe biparêzin jî û wê tiştek neyê guhertin, dêmek ên ji serxwebûnê nizimtir dixwazin dizanin an jî dixwazin kurd kole û bê biryar bimînin. Nimûne; Başûrê Kurdistanê ku ji salên notî de bi hikûmet û perleman e, lê ne azad e, me di mehên borî de dît bê Bexdayê çi anî serê Başûrê Kurdistanê wexta mûçeyê Kurdistanê qut kir û rawestand. Her wiha DAIŞ êrîş bir ser Kurdistanê, lê Hewlêrê nikarîbû rasterast çekan ji dewletan bistîne, her tişt gerek bi rêya Bexdayê re ba… nimûne gelek in.

Ji ber wê, bi texmîna me tenê dewleta Kurdistan a serbixwe dikare kurdan azad bike, her wiha gelê kurd dikare sîstema dewleta xwe hilbijêre û çarenûsa xwe deyne, bibe dewletek demokratîk û mafê mirovan têde bê parastin.

Dewleta kurdî ya serbixwe pirsgirêkeke sereke ya rojhilata navîn çareser dike.

“Ji serxwebûn û azadiyê birûmetir tiştek nîne (Kurdistana mezin)”. Ev silogana PKKê ya salên 80 û 90ê bû, kê di wan salan de kêmtir ji serxwebûnê bixwesta xayîn û xwefiroş bû. Helbet ji bo wê siloganê bi hezaran şehîd hatin dayîn, li dora çar hezar gund li Bakurê Kurdistanê ji kurdan vala bûn. Li dawî diyar bû ku ew silogan ne di wexta xwe de bû, bêtir ji bo bilîstina hestê xelkê û zêdekirina mirîdan bû û ana kî serxwebûnê bixwaze xayîne(helbet li gor pkk). Eger mirov li dîroka pkk vegere, wê gelek poşmaniyan têde bibîne, êdî wiha tê fam kirin ku biryarên mezin bê lêkolîn an jî bi pilan û qestî hatine standin. Nimûne serxwebûn an Kurdistana mezin, yan jî Kantona Şingalê.

Dîroka gelan piştrast dike ku mafên gelên dagîrkirî bi wextê re û li gor guhertina qonax û kawdanan tên guhertin û mezintir dibin, neku bi paş ve vedigerin, wek ku PKK piştî girtina rêberê xwe Ocalan radigihîne, ji mafê serxwebûnê daket aştiya bi tirkan re, xweseriya demuqratîk û kantonan. Her sê daxwaz jî ne ji bo gelan tên xwestin, têra miletan nakin, nemaze wek gelê Kurdistan ku jimara wî bêtir ji 40-50 milyonî ye û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, çimkî ew maf pirsgirêkên gelê kurd bi dagîrkeran re çareser nakin.

PKK ji serxwebûnê daket kantonan û sê kanton li Rojavayê Kurdistanê ragihand, di hersê kantonan de taybetmendî û simbolên gelê kurd diyar nabin û nayêne parastin, bêtir pêkhatiyên piçûk ên wek ereb û fileyan kirine hevpar û xwediyên xaka dîrokî, ev şaşiyek dîrokî ye. Hersê kantonan ne tenê nikarîbûn pêdiviyên rojane yên jiyanê peyda bikin, belê her sê kantonan nikarîbûn gelê kurd têr bikin û ji ber êrîşên rêjîm û Daişê biparêzin, êdî kurd ji herêmên Kantonan koçber dibin û herêm ji wan vala dibin, dêmek kanton netiştekin.

Ji sala 1999an ve Barzanî zext û tehdîdên Tirkiyeyê red dike ku bi PKK re bikve şer û cengan de, belê PKK wek rêxistineke terorîst jî red dike, lê destdirêjî û kiryarên PKK li Şingal û ragihandina Kantona Şingalê desttêwerdana di nav tevger û wezîfeya Hikûmeta Kurdistanê deye, daku PDK û Barzanî bikşîne şerê birakujî û di encamê de tecrubeya Başûrê Kurdistanê û navê ku Pêşmergeyan li cîhanê daye, têk bibe. Bi texmîna me bêtir tirk ji bo wê yekê tevdigerin, piştî ku êrîşên DAIŞê li ser Kurdistanê bi destê Pêşmergeyên qehreman û dilsoz têkçûn. Rola YNK (baskê Îranê) jî ne ya xêrê ye, çimkî ew kiryar û desttêwerdana PKK li Şingalê wek metirsî li ser hikûmet û Başûrê Kurdistanê nabîne, bêtir wek kirîzekê di nav PKK û PDK dibîne, daku wan bera hev de û ji şerê herduyan qezenc bike.

PKK tim û tim sûd ji pirsgirêk, asteng û kirîzan girtiye, Şingal baştirîn nimûne ye. Di wexta ku PKK ne li Bakur û ne jî li Rojavayê Kurdistanê maf nade aliyekî din ku bibêje ez jî heme, ku ne di bin sîwana wê debe,  destdirêjî nav kar û wezîfeya hikûmet û Pêşmergeyan dike, û li gor gelek agahiyan bûye asteng li pêşiya rizgarkirina Şingalê. Li dawî PKK xwe têk dibe.

Bi texmîna min, eger PKK bêtir pirsgirêkan ji Başûrê Kurdistanê re derxîne, wê rastî astengî û ziyanan bê, wê Europa û Emerîka wek hevalbendên Kurdistanê qebûl nekin. Wek çilo ji DAIŞ qebûl nekirin nêzî Hewlêrê bibe, nedûre ziyan bighê Qendîlê jî.

Kî ne ji bo xêr û berjewendî û yekîtiya gelê kurd, destdirêjî aliyên din bike, û di encamê de pirsgirêkan derxîne, xizmeta pilanên dijminan dike. Ya baş Şingal azad bibe û di dûv re bi ser herêma Kuurdistanê ve biçe, û em hemû..belê hemû alî bibin alîkarê ragihandina serxwebûna Kurdistanê, bê dewlet em netiştekin, emê kole bijîn, û kole bimrin.

About The Author