Gelo bêhna Kurdbûnê ji devê wan tê?

Mêrê jinikê bi sedemekê di girtîgehê de bû, sê zarok mabûn di stûyê wê de. Jiyanek bi kul û êş li ber wan bû. Lawê wê yê mezin berxvan bû debara xwe bi heqê berxvanîyê derbas dikirin.

Jinik, jineke wek mêran bû. Mirîşk û elok kedî dikir, difirot û hewceyîyên xwe çareser dikir. Zarokên xwe bi keda destê xwe xwedî dikir. Her roj li zarokên xwe şîret dikir û digot: “ Dizîyê nekin, derewan nekin, zerarê nedin malê tu kesî.” Taybet lawê xwe yê berxvan temî dikir: “ Nekeve bostanê kesekî, bê destûra xwedîyê bostan zebeş yan qawinan nedize ha ! “

propaganda Kopie

Êvarê wexta lawê wê berx dianî, dayîka wî diçû devê lawê xwe bêhn dikir hila zebeş yan qawin xwarîye yan na ! Heke bêhna zebeş yan ya qawin ji devê wî bihata waweylê li lêdan û kutanê !

Ku mirov li van sîyasetvanê Kurd temaşe dike, li helwesta wan mêze dike, piçek bêhna Kurdistanê ji wan nayê. Tu dibê qey ji tovekî biyanî peyda bûne ! Ne xasima van salên dawî navê Kurd û Kurdistanê hilnadin ser zimanê xwe. Hebe tunebe “ halklar, elewîler, êzdîler, zazalar, yoldaşler û niza çi qizilqurtler !”

Kurdistan di gewrîya we de bimîne rebbîî…

About The Author