Quto û Frensî

Devliken Kelogirî

Meheme û Osmên pismamên hev in. Lawekî Meheme li Enqerê li zanîngeha Hacetepeyê beşa ziman û edebiyata frensî dixwîne.

Axir, dibe tatîl û Quto nîvfrensî, vedigere gund, cem dê û bavê xwe. Rojekê Osmên bi mêvandarî tê mala pismamê xwe Meheme. Ji ber ku Osmên li gundekî din rûdine, bi şevder li wir dimîne.

Dibe êvar, şîva xwe dixwin, çaya xwe vedixwin, sohbeta xwe dikin, dibe dereng. Berî ku rakeve, çavê wî li Quto dikeve ku li ser maseyekê serî di ber de dixebite. Tê li ser serê wî re disekine û ziq li xebata ber Quto dinêre. Ne xwendin, ne jî nivîsandina Osmên heye; kitim e. Osmên kêliyekê bêdeng radiweste, dû re serê xwe kil dike dibêje: „Tu çi dixwîne“

Quto bi pirsa apê xwe Osmên re li ser xwe re lê difitile, dibêje: „Ziman û edebiyata frensî dixwînim, apo…“ Osmên wek nakeve serê wî, bawer nake, dibêje: „Anuha tu bi gawirkî zanî?“

Quto bi xwe bawer dibêje: „Erê apo, ma çawa…“ Osmên jê yeqîn nake, dibêje: „Ka bixwîn…“ Quto radihêje rûpelekî û dibe qebeqeba wî bi frensî direqînê, dixwîne.

Osmên li devê wî dinêre, tiştekî ji gotinên wî fêm nake. Difitile ser pismamê xwe Meheme, dibêje: „Meheme, bi telaq ev bênamûs derewan dike, te dixapîne û tu xwendin mendinê nake. Tu belasebeb wê xisarê li xwe dikî û wî xwendinkirin dide. Devê xwe xwaro maro dike, pelçepelça devê wî ye, min tiştek ji devê wî fêm nekir. Tew nizanim dibêje çi…“

About The Author