Demokratîk berber

Sofî Xelef

Porê min dirêj bûbû, bûbû wek porê pîrebokan. Rîha min dirêj bûbû, bûbû wek rûvê pîra Eyşê. Simbêlê min nîv metro derbas kiribû, wek kîrê kerê rep disekinîn. Dev û pozê min di nav rîh û simbêlan de wenda bûbûn, min hew devê xwe û guhê xwe ji hev derdixist, li şûna devê xwe, min kevçîyê xwarinê dixist guhê xwe.

Xuyabû sebra xanima min nemabû. Êdî pitepita wê wek mîrkutan li nav serê min diketin.

Çiye xanim?

punk mihe Kopie„Ma ne çiye mêrik, tu bûyî wek wan zebanîyên DAÎŞê. Ez ji te ditirsim bavo, here ser berber û xwe germo nermo bike, wele hew temê min diçe ser te wî“ û pêde diçû.

Ne rojek ne du roj, êdî sebra min jî nema. Heçê ez didîtim, digotin qey ez jî bûme zebanîyek ji zebanîyên DAÎŞê û xwe ji min dûr dixistin, xwe disitirandin. Min dît nabe, min biryar da go ez herim ser berberekî baş û wek zavayekî 20 salî xwe kur (tiraş) bikim.

Axir, hevalekî min rojekê behsa berberekî baş kiribû. Ji dikana wî re digotin „Demokratîk Berberxane“. Yanî, berberê me berberekî demokratîk bû. Her çiqasî ev gotina „demokratîk“ şik û guman xistibû dilê min û dilê min xelandibû jî, lê dîsa jî min ji xwe re digot „Yaw de va demokratîk e lo, her wê ji antî demokratîkbûnê xweşiktir biqusîne ciwamêr“ û dilê xwe pê xweş dikir.

Ez serê we neêşînim, roj hat û ez çûm ser berber, berberê demokratîk.

Berberê min û we kêfxweş bû, em ketin xoş û bêşê û ez li ser kursîyê berber rûniştim. Kursîyekî germik û nermik bû, ne wek kursîyên me yên malê hişkîhola û qûnêşan bû. Qûna meriv di kursîyê demokratîk de dixurîya allahwekîl.

Berberê min û wê porê min şilo pilo kir, rîha min û simbêlê min şeh kir û dest avêt meqesê demokratîk. Di wê navberê de kasêta Ciwan Haco danî ser teybê û dengê wê vekir. „Dil ketmê dil ketmê, şeva pêşî dil ketmê. Ketim ser dilê wê, bû qurqura zikê wê“ û Ciwan Haco şehweta min rakir, kir 180 pile. Li ser kursîyê germik û nermik û strana „dil ketmê dil ketmê“. Bi namûs av bi devê min ket, girêza min herikî, ji min çû û laşê min xwe berdaaaaa bûm wek pembo. Bi berdana lêş re xewê avêt ser çavê min. Û ji xwe şerqe şerqa meqesê berber jî bû zêdebûna ser kezebê, yekcar xewa min anî.

Ez di xew re çûme haya min ji min tune. Û bawer bikin, di xewê de jî şerqe şerqa meqesê berberê demokratîk dihat min. Min zanîbû tiştek dibe, lê min bîra xwe û berber nedibir. Min nizanîbû ne ez razayî me, ne jî şiyar im. Strana Ciwan Haco û qurqura zikê jinikê ez mest kiribûm. Û şerqe şerqa dengê meqesê demokratîk jî ez bê eraq serxweş kiribûm û di xew re biribûm wesselam.

Carekê dengek bilind hat min û ez veciniqîm. Min dît ê berber firçê li derûdora guhê min û qemçika min dixe û dibêje „Ê de pîroz û bimbarek be, tu jî ket nav refê demokratîkbûnê qurban. Ez pir bi porê te lebikîm, min modêlek da porê te go nayê gotin, tam porekî demokratîk çêbû xalê Mihê“.

Porê demokratîk!?

Bû kurpe kurpa dilê min, min ji xwe re got „Evî kûçikbavî sedî sed nîhaye porê min û ez qûnek kirime, yan na çima behsa porê demokratîk dike yaw“ û taswas ket dilê min.

Ez serê xwe û we neêşînim, gava ez rabûm ser xwe û min li mirêkê (eynikê) nerî ez çi bibînim, yadêêêêêêêêêêêêê û hey hawar!

Kûçikbavê demokratîk berber ez kirime wek wan bizinên rengo mengo, porê min wek kîrê kerê rep û bilind kiriye, ji paş û pêş de stûn û avahîyên wek avahîyên Amerîka û Dubaî çêkiriye, rengo mengo kiriye û navê vê modelê jî kiriye „Modela Demokratîk“.

Nûr di çavê min de nema, bû fişe fişa min û wek wan ciwangeyên Îspanyolî li min hat, hew nemabû go ez di nîvê „Demokratîk Berberxane“ de di „demokratîk berber„nim allahwekîl!

Îcar tembîya min li we ke babam. Min kir û hûn nekin. Hema çi tiştê ku bi „demokratîk“ dest pê bike, xwe jê dûr bixin û hûn sax.

About The Author