Hêdî bajon, yewaş bajon Rûdawcîler!

Ahmedê Berazî

Bequrbanim,  êwe dinya we piçûk e û werîsê derewan kin e heyran.

Welahî û bilahî û tilahî, we niha serê me û mejiyê me kir dew, bi kînê û derewên xwe we mala me bir mîratê.

Lotikxanecîler, birayên ême…

Ez carna xwe berdidim nav bostanê Rûdaw.tv ji bo ez zebeşekî, petîxekî yan jî  bacanekê ji bostanê wan bixwim. Lê ez rastî xiyaran têm, ev malnemîrat ji bilî qala BDP „welê got“,  başqan „welê got“, Salih mislim , Selehedin Demirtaş „welê got“ pêve tiştekî nabêjin. Gelo ji van nûçeyan pêve tiştek di tûrikê we de tuneye erqedaşlerrrrr!?

Alehwekîl ez pêdihisim ku ev kenal ne ya Kurda ye. Ji ber hemî karê wê ewe ku biraderên PDK û PKK bera hev de û PKK pîs bike.

Kuro oxlim, ma hûn ji bo pîskirina Apociyan hatine erkdayîn? Ji bo em jî zanibin, belkî em jî alî we bikin baba. Lê ku hûn ji bo şerê navxweyî hatibin erkdayîn, em ji we qebûl nakin û emê mala bavê hev bişewitînin allehwekîl. Emê bi şûnik û mîrkutan rabin ser serê hev û emê ji DAÎŞê xirabtir bînin serê hev û hew, weylaw! Law yan li defê xin, yan li zirnê xin. Ma meriv kare bi destekî hem li zirnê xe û hem li defê xe kaka?

Bi wê quranê, ez bi serê Xelo û Celo kim,  ez bi hisretim ku carekê navê PKK û PYD di bultena we de nebînim. Lawo wele we nîya serê me û mejîyê me çelqo belqo kir, we mejîyê me kir wek şorba nîskê . Me dijimin ji bîr kir û me daye pey şaşîyên PKK û PYD.  Law ma hûn ji PKK û PYD pêve tu mijarên din nabînin? Bes e wî, here PKK were PYD, here başqan, were Ocalan, law we taştê, firavîn û şîva me jî kiriye PKK û PYD, we xwarin li me kiriye kafirkerafî, em çi dixwin em pê virikî dibin babam! Êdî bes e oxlim, bes e wî, allahwekîl em êdî di xew de jî şerê Apociyan dikin yaw. Em bi keleşkof û xincerên Soranî dikevin ber jinên xwe, law bes behsa PKK û PYD û Xelo û Celo bikin baba, ma çavê we lê ye em jin û zarokên xwe jî bikujin wî!

Lawo me got derewan bikin lê zêde neçirînin babam, piçik piçik, hûr hûr lêxin, nan bixwin lê neşkînin, hûr bajon û kûr bajon lê xetê xwar nekin cîgerim! Dinya piçùk e û werîsê derew û bêbextîyan kin e ha, dirêj nabe.

Ez zanim çend PKK ciyên kevnare li ba we hene û ew dilê xwe li PKK hênik dikin, lê birastî we kiriye çirik û virik, we ji şorba nîskê zêdetir mesele kelandiye û êdî şorba we bûbe pelûl. Ez bi serê lotikvanên Rûdawê kim, baş yan xirab, çiqas hûn qala Apocîyan dikin em ewqasî ber bi wan ve diçin. Bes e oxlim, bes e law, ma çavê we lê ye piştî evqas bedelên giran em rabin bi saya serê we bibin kantoncî!

About The Author