Kêfa kîrê xwe jî nekir, zêr û pere jî çûn.

Şifêrê Otobozê

Piştî şerê Sûrîyê, xelkên Sûrîyê (çi Kurd, çi Erebên qûnreş û yên din) mecbûr man derbasî Tirkîyê bibin û bi qiriltehlî jiyana xwe bidomînin. Ê helbet ev rewş ji hinek qûnekan re bû mahne. Ji ber belengazî û jiyanek zor û zehmet, malbatên koçber mecbûr dimînin keçên xwe yên ciwan ji bo gepik û gezik nan bifiroşin. Helbet di nav wan kiryaran de bi taybet kalemêr û yextiyar jî pir in. Kalemêrên ku tirr di qûna wan de nemaye û diranek di devê wan de nemaye, bi çend qirûşan keçên koçberên Sûrîyê ji xwe re dikirin û dikin jin.

Axir, yek ji wan kalemêrên ku dixwest bi jinek ciwan re kêfa kîrê xwe bike, Fazli B ê Tirk e.

Jina Fazli B çûye rehmetê, bavê 3 zaroka ye. Rojekê kesê bi navê Alî Y. nas dike. Alî Y bazirganê jinan e, jê re fersendek mezin derketiye, keç û jinên koçberên Sûrîyê difiroşe xelkê. Alî Y ji Fazli efendî re dibêje „cîgerim, ez karim bi çend qirûşan te bi jinek koçberên Sûrîyê re bizewicînim. Jinek ciwan, germik û nermik, hema rabe û rûnê û ji ser dilê wê dernekeve“. Kêfa Fazli efendî pir tê.

Werhasil, Alî Y piştî çend rojan ji bajarê Hatayê jinek Ereb a 42 salî ji Fazli efendî re tîne û 4 hezar lîre jê distîne. Jinik jî ji bo zewacê bi 6 hezar lîre zêran ji Fazli efendî dixwaze. Êêêêêêê, Fazli efendî ketiye derdê kêfa kîrê xwe, ma 6 hezar lîreyan nade? Dide. Piştî hingûdinhek mezin, Fazli efendî bi mehra îmamê çaroxî jinikê li xwe mehr dike, kêf kêfa wî ye û şûr simbêlê wî nabirre.

Dibe êvar. Fazli efendî dikeve serşokê, rîha xwe û rûvê xwe kur dike û amadekarîya xistin û derxistinê dike. Lê rebeno nizane bê çi li pêşîwa wî ye û wê çi fotan û babelîsk lê rabe.

Jinika kone berî nîhandina şeva ewil, qehweyekê ji Fazli efendî re çêdike, dermanê xewê dixe nav qehwê û dide Fazli efendî. Fazli efendî bi kêf qehwa xwe vedixwe û dilezîne ku têkeve ser dilê jinikê û keleşkofa xwe di nav şeqên jinikê de biteqîne. Lê qehwa dermankirî qûnê lê diqetîne, wî di xew re dibe û kîrê wî sisto misto dike.

Jinika kone zêr û perên wî dixe bêrîkê û lingo bi qurbano, ji bajarê Çorûmê direve û wenda dibe.

Ez serê we neêşînim, Fazli efendî niha ketiye dû zêr û perên xwe. Kêfa kîrê wî lê herimî lê kula zêr û peran di dilê wî de bû hisret.

Îcar ji kerema xwe gelî xwendevanan, heke we ev jinika di wêne de dît, bi xêra dê û bavên xwe xeberê bidin xalê xwe Fazli efendî wesselam….

Çorûm

About The Author