EV MODE NE LI GORÎ ME YE !

Rêwîyê Kal

Di salên 70’î de cîwanan gorî modeya wê demê favorîyên (cênîkên) xwe di tanga memikê guhên xwe re wek “L” dirêj berdidan. Pêsîra gomlekê/kirasê wan wek baskê perperokê goşeyê fireh bûn. Devlinga şalên wan “ Îspanyol paça “ bû. Wexta bi rê ve diçûn devlinga şalê wan wek pelekî mezin lap lap li vî alî li wî alî diçû dihat.

Nexasima li gundan ev mode ne dipejirandin, ne diecibandin. Gundîyan bi wan xortan henekê xwe dikirin.

Li gundekî Dîvrîg’ê Heso kalemêr bû, lê ji xortan hez dikir û modeya cil û bergê xortan bi xweşbînî didît. Feqet Memko her dem xort rexne dikir, bi cil û bergê wan tinaz dikir. Di odeyekê de kom bibûn suhbet dikirin, mijar anîn ser modeya xortan, xort jî li wan guhdar bûn.

Memko ji Heso re got: “ Ezê sibê biçime Dîvrîk’ê “

Heso: “ Xêr e, tuyê ji bo çi biçî ? “

Memko: “ Ezê herim ba berber favorîyên xwe di tanga memika guhê xwe de dirêj berdim.”

Heso: “ Êê”

Memko: “ Li ba terzî/ dirûnker şalekî devling Îspanyol paça bidim dirûtin, te got erê ? “ ( Xwedê gravî xorta rexne dike)

Heso : “ Başe, hema derpê xwe jî derxîne bide serê xwe ha ji te re mode lo…”

Ev jî wek mesela serxwebûnnexwaz, dewletnexwaz dijberên ala rengîn û Kurdên Kurdistanî ne. Navê Kurd ji hemû rêxistinên xwe avêtin, di her qadê de dijayetîya Kurdistanê dikin. Lê wexta hilbijartinê cardin dest diavêjin nirxên Kurdayetîyê, bi wê girêka xwe pişt dixin. Ev jî modeyeke nû ye, divê miletê Kurd bi vê nexape !

About The Author