DE WERE Û NEDE ÇÊRAN !

Hinek meriv hene çêrên wan wek stranek xweşik in. Wexta didin çêra xweşa meriv diçe, meriv dixwaze pê dijûnan bide kirin ku meriv bi çêran têr be.

Dijûnkerekî devşekir, Osman’ê me yê Divrîk’a Sêwas’ê ye. Xwarzîyê wî Mistefa rehetîyê nadê, miheqeq bi sedemekê hêrs dike ku bide çêra.

Mistefa rojekê sibe zûh hat xalê xwe Osman ji malê li trimpêla xwe siwar kir bire baxçe, dûre bi telefonê gazî hevalê xwe Basrî kir. Di telefonê de got:

“ Were xalê min Osman li vir e, em hinek hêrs kin ku bide çêra û taştê jî amadeye em li baxçe taştê bixwin.”

Basrî hat, dît waye sifre hazir e. Rûniştin him taştê dixwin him jî suhbet dikin. Basrî, got :

“ Kuro te vê şefeqê xalê xwe li ku dît ? Feqîro heta nîvro radiza, qey te ji xewê şîyar kir ?”

Osman bêdeng li suhbeta wan guhdar e, Mistefa got:

“ Razana çi halê çi, yaw ez derbas dibûm min dît waye xalê min li rex camîyê bi pêcame li ber diwêr sekinî bû. Min jî anî ku zikê xwe têr ke.”

Basrî: “ Sedem çîye, çi karê wî hebû li ber camîyê ?”

Mistefa di ber xwe de kenîya û got:

“ Çawa çîye ? Xalojina min Elîfê ew ji malê qewirandibû, feqîro wê ku de biçe ? Neçar xwe dabû ber diwarê camî yê.”

Osman nişka ve serê xwe bilind kir, nanê destê xwe danî û bi qêrîn got:

“ Hey lawo ez di dê û jina derewîna nim.”

Bi pilqîna ken çay û xwarin di bêvila Mistefa û ya Basrî re hat werhasil…

Niha yek rabe ji Hesîb Qaplan re bêje “ Pîlotê ku bi wan balafiran xaka Kurdistanê bombe barandin, şervanên me kuştin, gundên me wêran kirin, li Roboskî 34 zarokên me kuştin, şehîdên çi ne ? Hey min di….”

Ma neheq e ?

About The Author