Ne govend e, ne seyran e, ev çi kêf û dîlan e!

Roja 5ê Adarê, Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder serdana Kantona Îmraliyê kirin û bi başqanê Kurdên sererd û binerd sayin Abdullah Ocalan re hevdîtinek qerase pêk anîn. Di hevdîtinê de herdu alîyan lotikên germik û nermik avêtin û silav ji filankes û bêvankes re şandin.

Li ser bextê Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî be, Samîyê me di Twîttera xwe de nivîsandiye: „Ocalan pêr bi Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder re silav ji Nêçîrvan Barzanî re şandiye û gotiye: Ew jîr e, ji wî hez dikim û ji min fêm dike“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Haaaaa, çima Ocalan destê xwe li pişta Nêçîrê me xistiye û jê hez kiriye?

Ji ber ku Nêçîrê me peyamek germik û nermik bi Leyla Zana re ji Ocalan re şandiye û pesnê wî û hewldanên wî yên aştî û çareserîyê daye, ew firandiye ber perê asîmanan.

Nêçîrê me di serdana xwe ya Enqerê de jî bi sermezinê Erdogan û qamkinikê Davûtoglû re li ser pirsa aştî û çareserîyê sekinîbû û piştgirî dabû hewlên başqan Ocalan.

Îcar birastî ez meraq dikim:

Ne govend e, ne seyran e, ev çi kêf û dîlan e?

Başqanê me zû bi zû pesnê kesekî nade û ji xwe pêve ji kesekî din hez nake.

Ev nîşana xêrê ye, yan nîşana şer û roja qiyametê ye ez jî nizanim.

Lê tiştê ez zanim, mirîdên Kantona Îmralîyê heta bi vê kêlîkê jî Nêçîrvan Barzanî wek xayîn, nokerê Enqerê û dijmin dibînin wesselam…

Ê de li ser xêrê be rebbî. Xwedê bikim Kurd tev ji hev hez bikin û dev ji dijminatîya hevdu berdin.

Enqere

 

About The Author