PKK û Başûr

Cudahiyên PKKê

Ezê qala tenê dudoyan bikim. PKK ji roja pêşî ve xwe wek partiya hemû Kurdistanê dibîne. 1986ê ew îdîaya xwe kir bernameya polîtîk. Ji salên 1990an ve gavên rêxistinî avêt; li Başûr PÇDK, li Rojhilatê PJAK û li Rojavayê PYD berhemên wê nêrînê ne, ku KCK nûnertiya wan hemû rêxistinan dike.

Ya duyemîn: PKK bi îdîaya guherandina civakê tevdigere. Hejmara zêdeyiya rêxistin û dezgehên komên civakî û kampanyayan ev e.

Partiyên Başûr ji herdu taybetmendiyan bêpar in. Bêyî fêmkirina van cudahiyan, mirov nikare çalakiyên îro yên PKKê yên li Başûr û Rojavayê fêm bike.

PKK û erdê bidestxistî

Bi hevdîtîn û lihevkirina Abdullah Ocalan û Mesûd Barzanî, PKK li 1982ê hêlîna xwe li Kurdistana Başûr danî û gav bi gav berfireh kir. Di navbera PKK û PDK û YNKê de şerên birakujî/xwekujiyê çêbûn. Ew bûyer yên rûreşiyê ne, lê yên jê fêrgirtinê ne jî. Divê ew êdî ti caran neqewimin.

Di navberê de 35 sal borîn, PKK îro li Başûr ji tixûbê Rojavayê heya yê Rojhilatê herêmeke berfireh û têr çiya û newal, daristan û zevî kontrol dike, ku bi sedan km dirêjahî û bi dehan km kûrahiya xwe, ew weke welatekî bi serê xwe ye.

PKKê bi hêza xwe ew der bi dest xistiye? Erê, lê ne tam, ji ber ku tevî bombebarankirina Tirkiye û Îranê û gefên wan jî, PDK û YNK bi hemû hêza xwe neçûn ser PKKê, ew hewandin, heya piştgirî danê û didinê.

Gava em herêmên çiyayî yên Colemêrg, Wan, Şirnex û Sêrtê jî lê zêde bikin, em dibînin ku PKK bi erdnîgarî dilê Kurdistanê û Rojhilata Navîn di bin bandora xwe de digre. Divê êdî mirov rewşa Rojava û Şengalê jî lê zêde bike. De ka bêjin, kîjan partî dikare dev ji wan derfet û destkeftiyan berde?

Giraniya rola nû ya Başûr

Ez gellek caran têkiliyên Başûr ên bi Tirkiye û Îranê re rexne dikim û hişyariyên xwe rêz dikim, lê aliyekî din ê bûyerê jî heye: Herdu dewlet jî, dûçarê Başûr in û bêyî hêzên Başûr nikarin di derbara Kurdan de biryarekê bistinîn, bi taybetî jî derbara PKKê de.

Gava Îran di derbara PKKê de gavekê tavêje, diçe ber deriyê YNKê. Em zanin ku bi wê têkiliyê, PKKê çalakiyên PJAKê dabû sekinandin. Dibe bala we kişandibe; li himberî daleqandinên dawî, PKKê kêm deng da û ji Silêmaniyê dengek derneket(?)

Tirkiye jî serî li PDKê dide. Jixwe em zanin ku di pêvajoya AKPê ya “çareseriyê” de, rayedarên Hikûmeta Herêmê ji serî ve roleke girîng dileyizin.

Ew têkiliyeke tevlîhev e. Mînak, rola nameberiya Leyla Zana. Dibe tê bîra we; Zana serdana Erdogan kiribû û pêsnê wî dabû, lê di nav derdorên PKKê û bi navê nû nav HDPê de ew bibû pîrhevok û tepika hecê.

Min hima hima hemû name û daxuyaniyên Ocalan ên gihiştî rayagiştî, şopandin. Di yên berî desthilata AKPê de, yek gotina baş ji bo Başûriyan tinebû. Lê di yên serdema desthilatên AKPê de, tenê pesn hene. Hûnê bêjin Ocalan guheriye. Na, lê desthilata Îmraliyê guheriye. Rola Zana, berhema wê guhertinê ye û kî zane? dibe “tevkarî” li paşeroja wê jî bike.

Pirsgirêk gellek in

– PKK wê heya dawiyê li ber xwe bide, da ku li Başûr herêmên di destê xwe de biparêze. Di paşerojê de va bi cîranan re pirsgirêk e.

– PKK dev ji îdîaya kantona Şengalê bernedaye. Ji Bexdayê çek û pusat wergirtina çekdarên êzîdî, mijareke serêşiyê ye. Ji ber ku di navbera îdîayên Bexda û Hewlerê de, mirov ji helwesta biryargeha wê hêzê qet ne ewle ye.

– Di mijara Kerkûk, Xaneqîn û derên din de, wê nakokiyên Bexda û Hewlerê çi rê bigrin, ne diyar e. PDK û YNK wê xwedî yek helwest bin? Ji ber ku derhêner rasterast Îran e. Dibe ew bûyer ji qama PKKê diborin, lê PKKya em nas dikin wê bixwaze ku tiliya wê di wê yekê de jî hebe.

– Tirkiyê li Îraqê bi her awayî derb xwariye. Ev çend meh in, ew dixwaze wêne biguherîne. Ew dûçarê Kurdan û Sunniyên ereb e. Di şert û mercên heyî de Tirkiye nikarê di derbara PKKê de zorê li partiyên Başûr bike. Pêdiviya Tirkiyê û Hikûmeta Herêmê/PDK bi hev heye, ji bilî berjewendiyên hevpar, ji kêmayî ve herdû jî dixwazin peyamekê bidin Îrana çavbirçî.

– Çiqas diçe qedera Rojavayê bi Başûr ve tê girêdan. Li yekê PYD/PKK, li ya din Hikûmeta Herêmê/PDK serdest e. Ev him destkeftiyek e, him pirsgirêkek e.

Diyar e ku pirsgirêk hene… Ya li vir ez dixwazim bidim pêş, ne rêzkirina pirsgirêkan e, lê rû dirba çareserkirina wan e.

Mifte, nêrîn e

Li Kurdistanê bi netewî wêneyeke erênî heye: Hişmendiya netewî zexm bûye. Destkeftiyên dîrokî hene. Di gellek eniyan de hevalbendiya beşên Kurdistanê heye. Em êdî xwedî têr ezmûn û serpêhatî ne. Êdî em dikarin rê li ber listîk û xefikên xêrnexwazan bigrin û nekevin xeletiya dijberiyên hev qelskirin û kuştinê. Divê em bikaribin bêjin; em êdî ji hemû kombînezonên siyasî re amade ne.

Min qala nêrînê kir. Em bi çi çavî li bûyerê dinêrin? Heke em bêjin, Kurdistan bûye çar beş û her beş ketiye di nav rastiyeke din û divê her kes tenê ji bo beşa xwe be… Hingê em berjewendiya beşan dixin pêşiya berjewendiya Kurdistanê, em hişmendiya partîtiyê didin pêşiya ya Kurdistanê û herwiha em rê ji hemû xeletiyan re vedikin.

Lê ku heke di mejiyê me de bi erdnîgarî û bi civakî yek Kurdistan hebe, hingê pirs hêsan dibe; hingê bi wê ferasetê pirsên navxweyî tên çareserkirin, hingê ti partî li ti dera Kurdistanê ne “mêvan” e, ji ber ku ew ji bo her dever û bosta xaka Kurdistanê şerkirinê wek erkeke netewî dibîne.

Rûdaw

About The Author