Rand Paûl lotikek qerase avêt

Senator Rand Paûl  ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê namzed e. Zilamekî germik û nermik e û dixwaze bibe Serokê Amerîka û dinyayê. Dixwaze li jor xwedê û li jêr jî ew hikimdar be.

Axir, gunikreşê Amerîkî Rand Paûl, ragihand ku divê ji bo serxwebûna Kurdan derfet bên çêkirin û wilo pêde çû: “Ezê ji bo Kurdistanê sînorên nû deynim û ez soza dewletbûnê didim Kurdan.”

Wey aferîn ji te û 101 bavê te re lo!

Heyla min çavên te û herdu gunikên te xwaro Rand Paûl!

Wey dengê te here xwedê rebbî!

Wey rebbê alemê li axreta gewrik 72 horîyên germik û nermik bike qismetê te rebbî!

Bi 3 telaqên jinberdanê, raya min ji Rand Paûl re ye. Berê min raya xwe dabû Reşo Beşo Obama, min digot belkî evê reşik û qaşo demokrat tiştekî ji Kurdan re bike. Lê ez dibînim go ne ji Amerîkîyên komarparêz û gunikreşên wek Georg Buşh û Rand Paûl be, wê Kurd nikaribin bibin xwedî dewlet.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, bela dengê Rand Paûl neçe Kurd û Tirkên „Demokratîk Cimhûrîyetçî“ û Kurdên antî „netew-dewletbûn“ê.

Aha îcar govenda me xweş û geş dibe. Heke roj hat û di 2016an de Rand Paûl bû Serokê Amerîkayê û dewletek ji Kurdan re çêkir, wê Kurdên me yên antî „netew-dewletbûn“ê çi pelûlê bi serê xwe dakin, ez wê meraq dikim. Ji niha de ez ketime heyra wan allahwekîl…

Bijî Rand Paûl û lotikên wî!

Waşîngton

About The Author