Îcar jî qantirên me şehîd kirin

Dolheramên dewleta virqo di 2011an de li Roboskîyê 34 xortên me yên nestêle kujtin û şehîd kirin. Bi hinceta ku terorîst in û qaşo alîkarîya PKK kirin, bombe bi ser wan de barandin û kîrê Kurdan xistin kuna 101 bavê xwe. Lê ew xortên nestêle ji bo debara xwe û malbata xwe bazirganî dikirin û tê têkilîya wan bi terorê û terorîstan re tunebû.

Helbet kesekî hesabê wan 34 xortên me neda û ew xortên nestêle ji kîsî xwe çûn. Lê niha îcar dor hatiye ser heywanên Kurdistanê, dor hatiye ser qantirên Kurdistanê.

Çima ku qantirên Kurdistanê ji bo qaçaxê û bazirganîyê tên bikaranîn, ji alî eskerên qûnbigû yên Tirko ve tên qetilkirin. Tirkên ku li Roboskîyê ji xwîna 34 xortên Kurd têr nebûn, îcar jî 8 qantirên Roboskîyê kujtin û nalet li 101 bavê xwe anîn. 8 qantirên nestêle, welatparêz û cefakarên Kurdistanê!

Tirkên ku dengê xwe ji komkujîya Roboskîyê û kujtina Kurdan re nekirin, îro ji bo kujtina qantirên Kurdistanê jî dengê xwe nakin û deng ji xwe naynin. Ew bîjîyên ku qaşo mafê heywanan diparêzin û ji bo pisîkek Tirkan qiyametê radikin, li hember şehîdkirina 8 qantirên Kurdistanê bêdeng in, kerr û lal in.

Hey min di kefenê 101 bavê we kirino, ka heywanparêzî û mafê heywanan?

Ma pisîkên we ji qantirên me çêtirin oxlim?

Çima hûn ji bo kujtina pisîk û kûçikek xwe xelkê radikin ser tapana, lê dengê xwe ji kujtina qantirên me re nakin bîjîno?

Û hevallerên me?

Law hey belqitîno, we hesabê qetlîama Roboskîyê û kujtina 34 xortên Kurd ji dewletê nepirsî, we xwîna wan li erdê hişt, qe nebe hesabê 8 qantirên me bipirsin û xwîna wan li erdê nehêlin oxlim!

Ma kujtina 8 qantirên welatparêz ne provokasyon e, ne alozkirina pêvajoya aştî û mizakereyan e babam?

Ma kujtina 8 qantirên Kurd, ne têkbirina „ruhê Eşmê“ ye cîgerim?

Hûn karin li ruhê Eşmê, li tabûta Suleyman Şah ê qûnek xwedî derkevin, lê hûn nikarin li 8 qantirên Kurdistanê xwedî derkevin, ma ev bû heval?

Axir…

Ez li ser navê hesp, qantir, mehîn û bergîlên Kurdistanê vê qetlîama 8 qantirên welatparêz şermezar dikin û kîrê qantirên Kurd dixim quzê dêya mirdar û canîyên dagîrkeran!

Qantir namirin!

Şehîd namirin!

Bijî berxwedana qantirên Kurdistanê!

Roboskî

qantir

About The Author