Porkurê ji bo kirasekî 760 dîk dan serjêkirin

Firildeq Elî

Law ev insan çi zalim e ya staaarrrrrr û ya star! Gava meriv hinek insanên zalim dibîne, heywanên hov û dirinde li ber dilê meriv şîrîn dibin allahwekîl.

Ê de binerin bê lotikvana Tirk Sîbel Pamûk çi lotik û zîtirk avêtiye…

Stranbêja Tirk û zîtirkvana germik û hişkik Sîbel Pamûk, ji bo wêneyên albûma xwe ya 7. kiras û cil û bergên taybet amade kir.

Lê çi kiras û cil û berg yabooooooo, cil û bergên bi perî û perîkên dîkan, kirasê bi xwîna dîkan!

Sîbel Pamûk xanim efendî, ji bo kirasekî taybet ji bo albûma xwe ya 7. çêke, 760 dîk daye serjêkirin. Perî û perîkên dîkên reben 3 hefteyan bi boyaxa sor dane boyaxkirin û jê re kirine kiras.

760 dîk law!

Û ji bo kirasekî!

Sibel-Pamuk-2_etkinlikDetay

Her çiqas Sîbel Pamûk dibêje „me goştê wan 760 dîkan li feqîran belav kir“ jî, lê Sîbelkê bû qatil û mirdara 760 dîkî, 760 canî. Û bi ser de 760 mirîşk jî bê mêr û sêwî hiştin.

Hûn zalimbûna insanan dibînin ne wilo?

Ji bo kirasekî bi perîk li xwe bike, xwedênehiştê 760 dîk daye serjêkirin û xwîna wan rijandiye.

Îcar niha 760 mirîşk Sîbel Pamûk bidin Dadgeha Mafê Mirîşkan ne heq e?

760 mirîşk doza curmê li Sîbel Pamûk bikin û heyfa mêrên xwe jê hilînin, ne heqê wê ye?

De îcar yabo, 760 mirîşk niha mane bê mêr û bê fisikandin.

Ê başe Sîbelkê, bê dîk û bê fisikandin wê mirîşkên reben çawa hêkan bikin û çawa çêlîkan derxin porkurê?

Ma tu ji xwedê netirsîya tu 760 dîkên qerase serjêkî û jinên wan sêwî bihêlî kezîkurê?

Wey xwedê ahê dîk û mirîşkan ji te re nehêle rebbî!

Stenbol

 

About The Author