Xwîna Şehîdên Pîroz, kirine heracê

Mihemed Hemo

Tiştê herî baş ku di nav Partiya Karkirên Kurdistanê de, ew bû ku gava kesekî ew partiya rexne bikire, wan bi xwîna Şehîdan bervedêriya xwe dikirin û persiv didan.

Digotin: partiya me Xudî Şehîde em qebûl nakin kes bi xwîna Şehîdan bilîze.

Merov çendî li hember wê partî hişkba jî gava basa Şehîdan dihat kirin, yekser nerim dibû. Çinkê pîroztirîn mirov ew e ku ji ber welat û netew û mafê xwe ve şehî dibe.

Ji berê de jî digotin ji hemiyan pirtir ew ên ku hurmetê ji Şehîdên xwe re nagrin ew hêzên şoreşgerên çepên dunyayê ne. Tenê ew bazirganiyê bi xwîna Şehîdên xwe dikin, ji bo berciwandiyên partî yê xwe. Lê ne tenê me bawer nedikir û carcar me bervedêrî jî ji şoreşgerên Çep re dikir.

Îro di Karyarên hin berpirsên Partitiya Karkirên Kurdistanê û partiyên dibin sîwana wan de xuyadikin ku ew peyva li ser hêzên şorişgerên çepan hatiye gotin raste.mihemed Hemoo

Nimûne Partiya Karkirên Kurdistanê ji Sala 1978 ê de hate damezrandin, di bin salogana Serxabûna Kurdistanê de û di sala 1982ê de şer li dijî artêşa Turkiyê ragiyandin û diber wê şerî re jî şerê hemî hêz û partiyên kurdistanê kirin bi guneyê daxwaza serxwebûna Kurdistanê nakin. Rê li ber çalakiyên wan digirtin û bi her awayekî şerê wan dikirin û li her derkê çi li beşên Kurdistanê û çi li Awropa jî gef li endamên partî roşanbîrên ku ne bi partiya wan re dikuştin.

Ji aliyê din ve jî roj ji rojê Keç û xortên Kurd berê xwe didan şer, dibin ala serxwebûna Kurdistan de. Sî û pênc salin Ku keç û xortên Kurd li ser doza serxebûnê xwe didin ber kuştinê.

Partiya Karkirên Kurdistan bi hezaran Şehîd dan di bin navê doza serxwebûna Kurdistanê de.

Bi deh hezaran jî Şehîdên çiya ku li jîyanê mane û pêwendiya jiyanê jê nîne hene. Ew ên ku piraniya jiyana xwe di çiyan de qedandine ji bo serxwebûna Kurdistanê û bedehê salan e temenê xwe ji xweşiya jîyanê birîne ji bo serxbûna Kurdistanê ku ji niha û pêda dema jiyanê di ser re boriye îdî nikarin malan vekin û zaroka bînin.

Rêza hurmeta gelê me ji wan re ye ku jiyana xwe dane ser serxwebûna Kurdistanê.

Lê mixabin îro bê şerim û fedî rêberên wan bi hêsanî xwîna wan Şehîdên pîroz û keda van Şehîdên li jiyanê mayî dikin herac û erzan difroşin.

Piştî wê tevgerê ew qas Şehîd dan.

Rêberê wan Xetîb dicle dibêje me êdî serxwebûn avêtî çopê .-

Cemîl Bayîk dibêje serxwebûn ramanek şûnkeftiye.-

-Nemzeta wan ya Dêrsimê dibêje: Em ticarî Serxwebûna Kurdistanê naxwezin, Barzanî wê daxweziyê dike, bi têvedana Îsraîl û Amerîka ji bo li tevliheviya deverê.

Salêh Muslêm jî di rojnameya Sefîr a Lubnanî de dibêje: Hin kes hene doza dewleta Kurdî dikin, em doza Xweserî ya Dîmuqatîk dikin, mode dewleta netewî nemayî, rêberên herêma Kurdistanê wê di nêzîk de vê rastiyê bizanibin, divê em jî wek Almaniya bin.

A-Cihê pirsê ew e ku çima Salih Muslêmê dibêje rêberên herêma Kurdistanê yê wê rastiyê di nêzîk de binasin?. Ma hemî miletan welatê xwe li ser bingehek netewî avanekirin e? Gava Muslêm peyva xwe aresteyî rêberên herêma Kurdistanê dike, ew bi xwe cihê pirsê ye!.

1- Li gor bersîva berêz Salêh, merov têdigihne ku ji wî tê xwestin ku li dijî pirojeya serxwebûna Kurdistanê raweste. Ew kesê li dijî wê pirojeyê jî raweste, xiyanetê li şehîdên Kurd û Kurdistanê dike.

B-salih Muslim dibêje bila em weke almaniya bin.

1- Musilm dikare ji milet re cext bike ku Almaniya li ser bingehek netewî nehatiye damzirandin?

2-Xweziya Salih Muslêm Nimûneyek ji cîhanê ji me re baniya ku dewletekê dest ji zanav û danasîna xwe ya netewî berdaye û xuseriya dîmuqratîk ji xwe re ava kirî?

Belê ez dikarim ji berêz Muslêm re gelek numûne hûnim ku ji ber nîrên netewytî berçav negirtine loma ew Dewlet hilwşine.

Nimûne Dewleta Sofyet, li ser bingehek netewî hilweşî û her neteweyekê bi serê xwe welatê xwe yî serbixwe birê ve bir. Eyne welatê Yoxsilafiya û Çîk jî li ser bingehek netewayetî hate dabeşkirin, niha jî her neteweyek dewletek bi serê xwe ye.

Gava berêz Muslêm û rêberên PKK nikarin xudî li doza netewa xwe bi derkevin, bila nebin kelem li ber riya kurd perweran û xwîna Şehêdan erzan nekin. Ger ew nikarin li Şehîdên xwe xudî bi derkevin, gelê Kurd dikare Xudî li xwîna Şehîdên serxwebûna Kurdistanê bi derkeve. Çinkê gelê Kurd ti carî ji doza serxwebûna Kurdistanê bi danakev e, hemî gelê Kurd bi serxwebûna Kurdistanê re ye.

Îro hemî Siyastmedarên cihanê li guhê me didin ku serxwebûna Kurdistanê bi rêvaye.

Tenê dujminê Kurd û Kurdistan li dijî serxwebûna Kurdisanê radiwestin.

Ez hêvîdarim ku hevalên PKK û partiyên di bin sîwana wan de, bi xwîna Şehîdên Serxwebûn nelîzin û erzan nekin, dîrok rê nade, wê wan ji nav rûpelên xwe yî pîroz bavêje. Nirxê xwîna Şehîdan pir buhaye, tenê serxwebûn di mista terezoya wê hiltê.

Ez jî dibêjim serxwebûna Kurdistanê bi rêveye. Ew ên ku nikaribin lê bi xudî derkevin bila nebin kelm jî di riya serxwebûn ê de, wan xwestî û nexwestî serxwebûn tê û di nexşa Rojihilata navîna nuh de Kurdistan wek dewletek serbixwe cih digre.

Nemir Osman Sebrî digot: Ew ê ku ji mirinê netirse, hemo cihan jê ditirse.

Lê mixabin em baş dizanin ku gerîla ji mirinê natirsin, hema ji siya xwe ditirse.

Rêberên wan xwîn û keda wan bi sala xistine heracê û pê bazirganiya xwe dikin, dengek jî ji wan bi dernehat û negotin, hûn çi li me dikin.

Mihemed Hemo / BasNews

About The Author