Dixwaze Erdogan hînî Kurdî bike, tew tew!

 

Rêvebirê bere yê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji bajarê Sêrtê bû namzedê HDPê.

Serokê beşa Kurdolojîyê xalê me Kadrî Yildirim lotikek avêt û dixwaze ji partîya HDP bibe wekîl û têkeve meclîsa Tirko. Wey li ser xêrê be rebbî! Çawa be xalê me Yildirim Kurd e û ji gellek Tirkan çêtire.

Axir…

Xalê me Kadrî Yildirim ji Rûdawê re axivîye û çend lotik avêtine. Kadrîyê me gotiye:  “Dema ku ew hînî Kurdî bûn wê biratiya zimanan çêbibe û dema ku zimanê biratiyê pêş ket, wê demê biratîya gelan jî çêdibe. Ez dixwazim perwerdeya Kurdî bidim parlamenterên ku bixwazin hînî Kurdî bibin. Kurd çawa hînî Tirkî bûne divê Tirk û Ereb jî hînî Kurdî bibin. Herwiha ez dixwazim perwerdeyê bidim Kurdên ku nizanin zimanê xwe.”

Xweş xebere, lê bawer bike me ne bawere xalê can..

Xalê me Yildirim ajotîye û gotiye ku wê qursa zimanê Kurdî belaş be û gazind ji siyasetmedarên ku bi Kurdan re „zimanê şildim bildima Tirkmancî“ diaxivin, kiriye. Herweha xalê me Kadrî Yildirim gotiye: „Bi şeş telaqên bê fitû, ezê Erdogan hînî Kurdî bikim“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Helbet xalê me Kadrî Yildirim ji dilê xwe yê pak van tiştan dibêje. Hêvîdarin ku xalê me Yildirim temamê 500 wekîlên meclîsa Tirko hînî Kurdî bike û qûşê li wan û zimanê wan biqetîne. Lê sosreta mezin û pelûla germ ew e ku endam û serokên partîya wî bi xwe Kurdî nizanin û wek wan mirîşkên gêj li wan hatiye. Divê berî her tiştî xalê me Yildirim endam û serokên partîya xwe, ango HDP hînî Kurdî bike û bi mîrkutan rabe ser serê wan dewşîrme û çeqilmastan.

Îcar xalo can, berî ku tu Erdogan û Dawûtoglû hînî Kurdî bikî, ji kerema xwe tif bike devê wan siyasetmedarên partîya xwe û wan hînî Kurdî bike. Hînkirina Erdogan û Dawûtoglû ji Kurdan re ne ferz e. Lê hînbûn û hînkirina Kurdên çeqilmast şert e, ferz e û pîroz e.

Ez dibêjim berê ji Selo dest pê bike heta di Kurkçu, Onder, Bûldan û hezarên wek wan re derkeve, te go çi…

sofi-xelef

Sofî Xelef

 

About The Author