Daweta Mêrdîniyan û Tirsa Eledîn

Li Stenbolê daweteke mêrdîniyan çêdibe.

Mêr û dîn gîhaştine hev û xweş govend digere.

Eledîn û jin û birayên xwe jî beşdar bûne.

Eledîn nexweş e, lewma jî her çend dil bixwaze bireqise jî, nexweşî nahêle. Tenê rûniştiye, ji xwe re li govendê dinêre.

Jina wî Emo, agirê heft tenûran te de ye. Ne nexweşiya mêr, dinya xera bibe, kevir li ser kevir nemîne jî, ji reqs û govendê namîne. Sal duwazdeh meh ji wê re çardehê nîsanê ye. Her bi coş e, her bi kêf e.
Jina wî û birayê wî di destê hev de ne û xwe li erdê dixin. Xwêdan li ser serê wan re diavêje.

Mêr û dîn bigihêjin hev û teqîn tune be, ne mimkun e. Dibe reqereqa debançeyan…

Ji nişka ve birê Eledîn di cîh de sist dibe û difitile ser jinbira xwe, dibêje:

-Emo! Gule li min ket, ez ne şaş bim, ez brîndar bûm.

Emo xwe wenda kiriye, hey xwe li erdêdixe. Carekê li xwe hayil dibe ku tiyê wê di destê wê de sist e. Difitile ser, rûyê wî zer qulipiye. Li binya sînga wî dinêre ku xwîn jê dihere. Û dike haho haho…

Bi haho hahoya Emo re, dawet disekine. Eledîn bi heyecan ber bi jina xwe ve direve. Tirs û xofê ew dîl girtiye. Tê cem jina xwe û wê dipelîne. Emo, dibêje:

-Ne ez ne ez, yê brîndar birê te ye.

Eledîn tew li birê xwe nanêre. Kesereke kûr ji nava kezeb û gurçikên xwe dikişîne, dibêje:

-Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku ne tu yî Emoka min. Ez tirsiyam ku kîrê min ê sêwî bimîne.

 

 

About The Author