Hindik maye qûna xwe jî bikin reklam

Bengîn Elegez

Kuro ev insan ji paran û ji malê dinyayê têr nabe. Hema pare di çi de hebe, hew we dît dest avêtin wî tiştî yan wî karî. Reklama li ser sîng û ber, ya li ser çiçik û memikan mabû, wa dest avêtin sîng û ber û memikan jî.

Şîrketek Rûsî pêşkêşîya vî karê kesanedî dike. Ji xwe çi şeytanî hebin, piranî ji bin serê van Rûsên spîçolkî derdikevin bawer bikin.

Axir, şîrketek Rûsî reklamên xwe li ser sîng û memikên keç û jinan çêdike û di înternetê de propagandaya xwe dike. Ji bo her reklamê jî 10 dolaran dide wan keç û jinikên germik û nermik. Bi vî awayî dixwazin hem ji wan reklamên ser sîng û berên keç û jinan milyonan qezenc bikin, hem jî dixwazin zilam li memikên germik û nermik binerin û girêza devê wan sed metroyî biherike.

Ez serê we neêşînim heyran, reklamên ser memikan temam e.

Ma çi?

Ma reklamên ser telaşên qûna xelkê.

Heke rojekê qûnên bi reklam jî derkevin mazat û bazarê, ecêbmayî nemînin wesselam..

Moskova

reklam rus

reklam rus4

reklam rus2

About The Author