Ez di derewînan kim heke rast e!

Hecî Cimo

Hinek misilmanên sextekar û tarikselat ol û bi taybet jî dînê îslamê li ber çavên me reş kirine. Ji bo berjewendîya xwe çi pêwist be dikin, çi gû hebe dixwin û li ser navê xwedê û pêxember kirasê xelkê ji wan dikin, wan şût û rût dikin.

Ê de ji xwe re li vir û derewa Nûrî Kuru efendî binerin bê lotikek çi ecêb e.

Li bajarê Manîsa ê Tirkîyê, melleyê şaşikmezin Elî Nûrî Kuru begefendî, di vîdeoyekê de jina xwe ji xwe berdide û dibêje: „Di sala 1976an de wê zelzele û erdhejek ji bajarê Manîsayê çêbibûya. Zelzele ji ser çiyayê Sibirê wek ewrekî reş berê xwe da Manîsayê. Xwedê teala erk da min û min jî rê li ber zelzelê girt, min got „bela zelzele neyê“. Cara duyem zelzelê dîsa êrîş kir, min dîsa ji xwedê re got „bela neyê“ û ewrê reş paşde zîvirî. Zelzele cara sêyem dîsa wek ewrekî reş êrîşî bajarê Manîsayê kir, min ji rebbê xwe xwest ku zelzelê paşde bikşîne û mala Manîsayîyan xirab neke. Xwedê ev qebûl kir“ filan û fîstan û quzê kerê.

Bi vê vir û derewê Nûrî efendî dixwaze bêje ku wî bi xwedê re axivtîye û xwedêgiravî ew wekîlê xwedê ye, qencekî xwedê ye ha.

Hey min di vir û derewên te kiro, ma ne di 1976an de ez bi xwe li ba xwedî rûniştî bûm û me bi hev re satranc dilîzt, kengî tu pê re axivî oxlim!

About The Author