Berazê beraz navê xwe li Kurdan dike

 

Sofî Xelef

Dibêjin “Filankeso kumê xwe li serê hevalê xwe dike”. Yan jî filankeso navê xwe li hevalê xwe dike. Îcar ev jî mesela me û gayê xwedê Îdrîs Naîm Şahîn negefendî ye.

Gayê xwedê, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn begefendî ji roja ku bûye wezîrê hundur û heta niha, her û her dijminatîya Kurdan kiriye û kumê xwe li serê Kurdan kiriye. Berî niha gotibû “Ku pirsgirêka Kurd hebûya minê bidîta” û ehmeqîya xwe dabû der. Kuro oxlim, ma ku tu kor bî, ku tu wek wan bergîlên ser bênderan berçavkên reş bidî ber çavên xwe, ji xwe tu kesekî nabînî ewladim. Ma kesên kor pirsgirêka Kurd dibînin?

Axir, berî niha jî gayê xwedê Îdrîso di meclîsê de wêneyek gerîlla derxist (weke ku marîfetek mezin kiribe ha) û got “PKK goştê berazan dide endamên xwe” û bi xirrê gerîllayên Kurd girt.

Olan oxlim, Îdrîs efendî, doh bû li bajarê Bûrsayê endamên dewleta te goştê ker û bergîlan dan mişterîyên xwe, pêr bû li bajarê Adana, Mersîn û Hatayê Tirkên te di restorantan de goştê beraz û kûçikan dan mişterîyên xwe. Berî 3 hefteyan bû Tirkekî te li bajarê Edîrneyê bazda ser keça xwe ya 14 salî û qûn lê qetand. Berî mehekê bû li bajarê Eskîşehîrê Tirkekî te tecawizî pîrek 80 salî kir û gûyê wê xwar. Berî 2 mehan bû li bajarê Îzmîrê Tirkekî te di ser pisîkê de hat girtin û nîha pisîka reben. Berî 3 mehan bû li bajarê Konyayê Tirkeke te (jin) kerek xirmezin bera ser xwe dabû. Berî 4 mehan bû Tirkekî te li bajarê Balikesîrê (sofîyek 75 salî) xortek bera ser qûna xwe dabû.

Ma law bi sedan nimûneyên bi vî awayî ji xwarina goştê berazên reben ne xirabtir, pîstir, bênamûstir û bêxîrettir in ewladim? Ma eskerên dewleta te li serê çiyê, di zor û zehmetîyê de goştê mar û dûpişkan naxwin? Hem jî heta bi qurmikê wan dixwin.

Naxwe ev çi fîlm û tîyatroya berdîberdayî ye tu dikî Îsrîs efendî?

Ka berê şûjina di çavê xwe û dewleta xwe de bibîne, piştre zimandirêjîya Kurd û Ermenîyan bike cîgerim.

Stenbol

 

About The Author