OSMAN (/A.S/) !?…

 

Bila misilmanên xas dilê xwe ji min negirin.

Ez di serî de di îmana Osman’/ îyan kim û piştre nivisa xwe lêkim.

Disa dîrok xwe dubare dike. Dema Osman’î /yan hat.

Pişti dadîya (!) Hz.Osman û zayîna Osmanîyan tofan çê bûbû. Lê tofana herî mezin wê van rojan çêbibe.

Osman. Osmanê me yê Ruhayî. Ewê sîyasetmedar û tacîr lo. Birayê serokê ser erd û bin erd ha.

Rîwayet dibe ku van rojên çûyî di gel mesûlê (müsteşar) MİT ê Tirkan hevdîtinek û têkilîyek xweş çêkiriye.

Û hin tofanên din..

Li ser bextê xelkê be. Tê gotin ku wê Osmanê me serbest bê Tirkîyê û partîyekê damezirîne-

Serokvezîr R.T.E digot:

-Wê pêşerojê hin bûyerên xweş çêbibin.

Berdevkê Osmanîyan rojnamevan Cengîz Çandar dibêje:

-Ez bi zimanê xwe serbilind im. Lê zimanê Kurdî jî azad nebe ez ne azad û piştrast im.

Serokê sererd û binerd A.Ö digot:

-Ezê xwe ji pişt PKKê bikşînim. Ji niha pê de bûyerên ku çê dibin ez ne mesûl im.

Û li Ewropayê malperek (K.Post) hat rûxandin.

Hatina Osmanê me hatinek ne wisa bi hêsan e. Hê wê gelek tofan rabin..

Wek tofana Xizir!

Li alîyê me mîrovek hebûye û heya pîr û kalbûna xwe bi xeberan şerê xelkê kirîye.

Rojekê rîspîyên gund bi hevdu re dicivin. Piştî civînê diçin ba gundîyê xêrnexwaz û kufirbaz:

-Lawo 70 sal e tu ji me re xeberan didî û kufir dikî. Êdî bes e! Salê carê Xizir A.s. di van rojên pîroz de di nav daristanan re derbaz dibe, here wê derê, dia bike, ji Xizir efûyê bixwaze û kamîl bibe ku em heqê xwe li te helal bikin.

Ew camêr guh dide gundîyan. Tûrikê xwe digire û bi gopal bi rê dikeve. Dema ku di nav daristanan re derbas dibe, dinere ku wa yekî rîhqutik li kerê siwar bûye û wê de tê. Gundî bang dikê:

-Navê te bi xêr?

-Navê min Osman e

-Osî..maaaaan! (bi kenek tahl) hela hela ku navê te Osman eeee! Lawo Xizirê ku te xwe xistîye wî şiklî û vî halî, hema tu jî ji min re ne hevceyî.

Dibêje û tê gund. Gundî li hawîrdor dicivin, ew bi ken serê xwe di hejîne.

– Hela hela ku navê te Osman e! Min di îmana te kiro! Navê te Osman e ha! Tu ji bo min ne hewceyî…

Îcar law Osman!

Dolên dêlegura devbixwîn hewcedarê te ne. Ji bo ku ew dixwazin sîyaseta İmparatorîya Osmanîyan bi rêve bibin, dixwazin bi destê te doza Kurdîstanê birûxînin.

Hela hela ku Navê te Osman e, hay ji lîztikan hebe Osmaaaaannnnnn!!

 

About The Author