Tansiyon bilind bûye

 

Wê rojê destebrakê min Nûrî Çelîk, serpêhatîya apê xwe Sofî Ehmik û xwarziyê wî Seyfedîn ji min re got.

Dibêjin rojekê Seyfedîn nexweş dikeve û diçe nexweşxanê. Piştî vegera nexweşxanê, Sofî Ehmik ji Seyfedîn dipirse:

-Çi nexweşîya te bû xwarzê?

Seyfedîn dibê:

-Tansiyona min bê ser û ber e, geh bilind dibe, geh dadikeve.

Rebenê Sofî Ehmik çi zane tansiyon çiye…

-Îcar tansiyon çi zuqilqurte oxlim?

-Yanî sekta di nava xwînê de lo, geh radibe û geh dadikeve ha..

Dibe tîqe tîqa Sofî Ehmik û dibê:

-Bi sê telaqan naxwe nexweşîya te û nexweşîya kîrê min wek hev e..

-Çawa nexweşîya min û nexweşîya kîrê te wek hev e?

-Kîrê min jî geh radibeeeeee û geh dadikeve xwarzê, eynî wek tansiyona te lê hatiye ellawekîl…

Îcar birastî tansiyona dinyayê bilind bûye. Wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeeeee û geh dadikeve.

Li başûrê Kurdistanê Tevgera Goran dest bi lotikan kir û xwest xelkê li dijî hikûmetê rake ser pîyan. Li bakurê Kurdistanê rojev di destê KCK, BDP û başqan de ye. Geh agirbesê çêdikin, geh agirbesê radikin, geh xwe didin pêş û geh xwe paşde dikşînin. Ji xwe rêxistin û partîyên din dibêjin „ez û ez“ û nayên cem hev, nikarin alternatîfekê saz bikin. Geh li hev dibanin û germ dibin, geh pelûlê bi serê hev dadikin û wek sêwîyan bi tenê dimînin. Ji alîyê din rewşenbîr û hunermendên Kurd tên tehdîtkirin, yan dibin objektîf ajan, yan sûbjektîf ajan, yan xayîn û xwefiroş. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Li Tirkiyê hilbijartin nêzîk bûye, her partî ketiye heyra xwe û qezenckirina deng û rayên zêde. Çeteya Ergenegû ketiye ber zîtirkên hikûmeta Kasimpaşalî Receb, endamên wê ha ha tên girtin. Îbrahîm Tatlises giran brîndar kirin. Çep, kominîst, misilman, Kemalîst û qûnekên Tirkiyê bi çîrokên berê Kurdan dixapînin û bi navê bratîya Kurd û Tirkan ha ha didin bin dûvê Kurdan. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeeee û geh dadikeve.

Li Afrîkayê pelûla germ bi serê Tûnis, Misir, Lîbya, Yemen, Bagreyn û hin welatên din de rijiya. Erebên qûnreş rabûn ser pîyan û serokên xwe dan ber lotikên bergîlkî, qûn li wan qetandin, diqetînin. Xelkê Sûrîyê perda tirs û xofê ji ser xwe avêt û cara yekem e ku serî li ber malbata Esed radikin, wan jî dest bi lotikên serhildanê kir. Tansiyon bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Li Japonyayê Tsûnamî û erdhejê tirr ji rebenê Japonîyan berda, malik li teknolojîya wan xira kir, ew bi teqîna enerjîya atomî rû bi rû hiştin. Tew ji xwe tansiyona mezin li wir bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Yekîtîya Milletan dan bin dûvê xalê me Qeddafî, beroşa wî danîn ser êgir û ava serê wî kelandin, ha îro, ha sibê wê êrîşî çadira wî bikin, çadira wî bi serê wî de birûxînin. Tansiyona xalê me Qeddafî jî pir bilind bûye, wek kîrê Sofî Ehmik geh radibeeeee û geh dadikeve.

Ez serê xwe û we neêşînim, tansiyona dinyayê pir bilind bûye qurban. Piştî evqas bûyer û lotikan, ma go tansiyona xalê we Sofî Xelef bilind nebe dibe? Nabe.

Bi şeş telaqan, tansiyona min jî bilind bûye ezbenî. Lê ne wek tansiyona Seyfedîn û tansiyona kîrê Sofî Ehmik ha, na. Tansiyona min tim û tim rabûkirî ye, danakeve. Ne dadikeve û ne jî sist dibe..

Nizanim ez tansiyona xwe di qurmik de jêkim gelo?

About The Author