Kurtankerê Kerkûkê!

Mistefa Kerkûkî

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Kerkûkê be, dibêjin Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn „Ker“îm dîsa lotikek kerîkî avêtiye û bal kişandiye ser lotika xwe.

Necmedîn Kerîm endamê Polîtburoya YNK ye, wek zilamê Îranê tê naskirin û heta îro gellek caran lotik û zîtirk li Kurd û Kurdistanê xistiye. Lotika vê carê jî bûye zêdebûna ser kezebê.

Li gor sîxurên me radigihînin, Necmedîn „Ker“îm ji hikûmeta Heyder Ebadî xwestiye ku desthilatdarîya wî dirêj bikin, yan na ewê xweserîya Kerkûkê îlan bike û Kerkûkê ji Iraqê jî û ji Kurdistanê jî veqetîne.

Dibêjin Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm efendî di civîna vê dawiyê de ligel rayedarên sazî û dezgehên bajêr civiyaye û bi tundî êrişî hikûmeta Iraqê kiriye,  gotiye „nêzîkî 6 meh in Bexdayê pere nedaye Kerkûkê“ û ew birçî û tazî mane. Necmedîn Kerîm efendî bang li Bexdayê kiriye ku desthilata 8 wezaretên hikûmetê bide Kerkûkê û sîstema navendî jî bêbetalkirin.

Kerîm gef li hikûmeta Ebadî xwariye ku heke daxwazîyên wî neyên qebûlkirin, ewê li Kerkûkê xweseriyê îlan bike.

Parêzgarê Kerkûkê ku endamê Polîtburoya YNKê ye, ji alî hêzên siyasî û partîya xwe ve rastî rexneyên tûj hatiye. Ji ber li gor siyaseta YNKê, Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye û ti carî jê nayê veqetandin.

Helbet PDK jî li dijî wê yekê ye ku Kerkûk bibe herêmek xweser. Li gor tê gotin, Kurd û Erebên Kerkûkê li dijî xweseriya Kerkûkê ne, tenê Turkmenên Kerkûkê, Îran û PKK vê yekê dixwazin.

Axir, Necmedîn „Ker“ îm, ku gellek caran wek paşnavê xwe kerîtîyê li hember cudabûna Kerkûkê û Kurdistanê dike,  dixwaze Kerkûkê ji Kurdistanê veqetîne û rûn li ser nanê dagîrkerên Kurdistanê bike. Lê heta kengî wê YNK dengê xwe ji kerê xwe re neke û bêdeng bimîne kes nizane.

Ne li ser bextê me be ha, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Kerkûkê be….

Kerkûk

About The Author