Rustemo û Azadî

Bilal Dirbêsî

Dayîk bi dengekî êşodayî digot „Xwedê bela xwe bide feqîriyê“. Ji ber ku hîna feqîrbûn nikarîbû kurê xwe bizewicîne. Zilamê wê beriya 15 rojan çûbû ber rehma Xwedê.

Feqîrî êdî serê Rustem diêşand.. Heman demê di serê wî de pirsa çareserkirina feqîriyê hebû.

Axir, dem derbas bû, demsal guherîn, Rustem berê xwe da Qamişlo. Li Qamişlo karê dirûtinê dikir. De virda de wir de, hin pereyên Rustemo çêbûn.

Rustem rabû berê xwe da Hewlêrê. Li Hewlêrê dikana cilan vekir û dest bi bazirganiyê kir. Ji bazirganiyê pir qezenç kir û cardin berê xwe da gundê xwe, çû cem dayika xwe.

Dayika Rustemo dema kurê xwe dît ku wiha dewlemend bûye, berê xwe da yezdanê dilovan û wiha dia kir: „Ya rebbî, tu mala me bikî yek û ji navendekê û îdarekirinê bikî qismet. Ya yezdan, tu mala me (Kurdistan) bidî idarekirin. Hemû lawê Kurdistanê biparêzî û rihma xwe li welatê me kêm nekî“.

Piştî demekê Rustemo zewicî û cardin berê xwe da bajarên azad (Başûrê Kurdistanê).

Di dewlemendî û bi awayekî Azad jiyana xwe domand.

Em tev bi hev ra ji diayên dayîka Rustemo re bibêjin Amîn..

Nerînaazad

About The Author