Hecî Lenîn da bin dûvê Marks û Lenîn

Bengîn Elegez

Wek hûn zanin, Karl Marks û Vladîmîr Îlyîç Lenîn du qeraseyên sosyalîsy û kominîst bûn û ateîst bûn, ango li gor misilmanan kafir bûn, xwedanenas bûn. Piştî şoreşa Bolşevîkên Rûsyayê û bi taybet piştî dema Stalîn (1917), gellek kesan navên mezinên Rûsyayê li zarokên xwe kirin. Wek Lenîn, Stalîn û wekî din. Û herweha navê gellek gundan jî hat guhertin û dîsa navê mezinên sosyalîzm û kominîzmê li wan gundan hatin kirin. Wek Marks, Engels û wekî din.

Axir…

Li Kirgizistanê gundek heye navê wî gundî Karl Marks e. Û di wî gundî de jî kesek bi navê Lenîn heye. Lenîn misilman e, çûye hecê û bûye HECÎ LENÎN.

Hecî Lenîn serî li Weqfa Alîkarîya Maf û Azadîya Mafê Mirovan daye û ji weqfê xwestiye ku li gundê wan qursa Quranê bê vekirin (yanî li gundê Karl Marks). Weqfa Alîkarîya Maf û Azadîya Mafê Mirovan daxwaza Hecî Lenîn pejirandiye û li gund qursa quranê vekiriye. Niha bi pêşkêşîya Hecî Lenîn 20 şagirtên qursa quranê hene.

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxemberan kin, heke niha Karl Marks û Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê rabûbana, wê ji Hecî Lenîn re çi bigotina?

Erê lo, li „Gundê Karl Marks“ qursa Quranê hatiye vekirin.

Û hem jî bi pêşkêşîya Lenîn, yanî Hecî Lenîn.

Niha ev lotik li ser zimanê xelkê ye û dibêjin: „Hecî Lenîn li Gundê Karl Marks da bin dûvê Lenîn“.

Êêêêêêê, dinya dewr û dewran e babam, sosyalîzm û kominîzmê top avêt û li pataxê ket, îflas kir. Ma rebenê Hecî Lenîn nikare heta bi mirinê bide dû şopa Lenîn. Helbet wê bike  hawar û qêrîn qurban…

Moskova

 

About The Author