Mizgîna min li we, em tev hatin xapandin…

Adîl duran

Rojek jirojan liber derîyê malê, malxweya malê çêlekê didoşe û golik jî biwerisekî bisingekî ve hatiye girêdan. Diwê encamê de Ehrîmen (Şeytan) jidûr ve dibin sîya darekê de pal dide û liwan temaşe dike..

Ehrîmen diçe ba golik girêkê werîs sist dike û dîsa li wan temaşe dike.

Golik xwe virde û wêde dike ji werîs azad dibe û êrîşî memikên çêlekê dike. Di wê encamê de beroşa şîr diqulipe. Xatûna malê gelek aciz dibe û radihije darekî li serê golik dixe. Golik bêcan dikeve . Çêlek har û dîn bi pihînan li xatûnê dixe, wê dikuje. Ji dûr ve xezûrê xatûnê dema dibîne ku çêlekê bûka wî kuştiye, radihije tifingê û guleyekê berdide serê çêlekê, çêlek jî dikeve erdê.

Piştî dengê tifingê, camêrê xatûnê derdikeve holê, dibîne ku golik, çêlek û jina wî bêcan li erdê ketine. Û tifing jî di destê bavê wî de ye.

Ew jî çardexwerê derdixe û li sînga bavê xwe direşîne.

Piştî wan bûyeran, ew camêr rastîyê hîn dibe. Îdare nake û bê tehamil çardexwerê berdide serê xwe û xwe dikuje.

Ehrîman ji bin sîya darê radibe, bi rê dikeve û xwe bi xwe dibêje:

-Niha wê hinek mirov rabin û hemû gunehê wan bûyeran têxin stuyê min. Gelo min ji xeynî sistkirina werîsê ku golik pê hatîbu girêdan, çi kir?

Her bûyer dersdar e.

Ewên ku çil sal berê rabûbûn rêxistinek netewî û çep rêk û pêk kiribûn, digotin:

„Kurdistanek serbixwe, azad û sosyalîst..“

Digotin „ji serxwebûnê kêmtir hemû daxwazên din wek Federalî û otonomî xîyanet e“.

Welhasilî kelam, bi van daxwazên tûj û giranbuha bi milyonan Kurd bi rê ketin. Bi şerê çekdarî û gelek kefteleftê cangorî bun. Romîyên çavsor bi hezaran mirov raçavkirin-îşkence û tade li wan kir û xist hepsê. Gelek gund şewitandin. Bi hezaran malbat koçewar bûn, daketin kolanên Tirkîyê û Ewrûpa, ji hevde hatin xwar, ji hev ketin. Bi neçarî parçe parçe bûn….

Di nav wan salên buhurî de çi hatîbû guhertin? Çi serketin çêbû? Kî bi kê re lihevhatibû ku ew suwarîyên me ji statuya dewletbûnê, netewî û serxwebûnê dûr ketin?

Ma hûn dibên em wan bûyerên han jî têxin stuyê Ehrîman!?

About The Author