Gora Şah Silêman û bizmarê Mele Nesredîn

Mele Nesredîn ku hinek jêre dibêjin Bahlûl, yanjî Mele meşhûr û bi zimanê qûnreşan jî dibêjinê Ciha, gelekî navdare û gotin û lotikên wî mirovan gelekî dikenîne. Mele Meşhûrê lotikvan, carekê xaniyê xwe difroşe lê ji kiryar re dibêje: Ez xanî difroşim te, lê ev bizmarê di diwêr de nafroşim haa! Yê kiryar jî di dilê xwe de dibêje: Ma wê tu bandora vî bizmarî li meselê nebe, ma bizmareke û bera her di qula diwêr de bimîne.

Mele Nesredîn û mêrik lihev dikin û xanî jêre vala dike. Piştî çend rojekî, Mele Nesredîn li deriyê mêrik dixîne û jêre dibêje: Welle ez hatime serekî li bizmarê xwe bidim. Derbas dibe û çend katjimêrekî li ba bizmarê xwe dimîne û piştre diçe. Piştî çend rojên din derbas dibin cardî assalamûalaykum: Çi halê bizmarê min e? Min gelekî bêrya wî kiriye. Her çend rojekî wê biçe serdana bizmarê xwe bike, carna jî dibêje ku ew dixwaze hinekî li ba bizmarê xwe xew jî bike. Werhasil, serên we ne-êşînim, hingî Mele Meşhûr bi çûna xwe xwediyê xanî aciz kir, feqîro rabû jêre got: Kuro hey min di bizmarê te kiro! Were xaniyê te jî ji tere û bela xwe ji me veke wîîîî!

Dewleta Tirko jî, wek mesela bizmarê Ciha kiriye, gora qûnekê Şah Silêman ku niha hestiyên wî jî rizîne, di nav xaka Sûryê de hiştiye û herroj tên û jêre dibêjin merheba û nasılsın! Berê ew gor li Qereqozaqê bû, dorî 30km dûrî sînorê Tirko bû û şûna wê jî kiribûn axa Tirkyê, lê ji tirsa terorîstan rabûn gor birin nêzîkî sînorê Tirkiyê, tenê 200m dûrî sînore, li gundê Aşmê xwedêgiravî hestiyên wî binax kirin û wir kirin axa Tirkiyê.

Dibêjin carekê jinikekê ji melayekî re got: Mele, quzê min li pêş e, yan li paş e?

Mele got: Li pêş e.

Jinikê xwe daqûl kir û pişta xwe da melê, melê dît ku nahmeta di nav şeqa jinikê de li paş e.

Cardî jinikê jê pirsî: Mela vê carê tu çi dibêjî? Li pêşe yan li paş e?

Melê got: Li paş e.

Jinikê xwe tazî kir û şeqa xwe jihev vekir û berê xwe da melê, melê dît ku vê carê li pêş e. Rabû melê ji jinikê re got: Ya sitar! Ma quzê te wek çerxa felekê ye, geh li pêş e û geh li paş e!

Ez bi qesema navê xwedê kim, bi Incîla Îsa û Tewrata Mûsa kim, gora qûneko jî wek quzê jinikê ye, geh li Qereqozaqê ye û geh jî li Aşmê ye! Lê cara bê, wê li ku be, tenê rebê Îsa û Mûsa dizane!

Bazê Qendîlê

10.05.2015

About The Author