Bûye profesor, lê nebûye zilam

Hecî Cimo

Alîkarê Serokê AKP Yasîn Aktay, ku bi xwe Erebê bajarê Sêrtê ye, xwendiye, xwendiye û di dawîyê de mêro bûye profesor. Heke meriv li ser û pozê wî yê mezin binere, meriv wê bêje qey zilamekî temam e, qeraseyekî zilama ye. Lê xuyaye zilamtî û insanetî ne di xwendinê de ye. Heke wîjdan û dilovanî bi meriv re tunebe, tu bibî profesor jî xêr nake û bibî serokwezîr û serokkomar jî.

Lotikvanên AKP û bi taybet jî Serokkomar Erdogan piştî ku bi rêya Ocalan û HDP girêka xwe li pişt werîs xistin, îcar dest bi înkarkirina Kurdan kirin û dixwazin bi vir û derewên şahîk, dîsa bi çîrok û çîvanokên bratî û misilmantîyê hebûna Kurdan înkar bikin, Kurdan ji rêya Kurd û Kurdayetîyê dûr bixin, wan di nav rist û sîstema misilmantî û îslamê de bihelînin û bikin Tirk. Ê xwedê ji wan razî be gur û dêlegurên HDP jî ha ha rûn li ser nanê Tirkan dikin û berê Kurdan didin Tirkayetî û Tirkîyetîyê. Yanî, tek bi navê Tirkan û yek jî bi navê Kurdan pêl serê 101 bavê Kurdan dikin û dixwazin wan entegreyî Tirkiyebûnê bikin û kurtanê Tirkan li pişta wan kin.

Axir, profesorê sermezin û pozmezin birêz Yasîn Aktay bi minasebeta hilbijartinan dest bi zîtirkan kir û li Sêrtê lotikek bergîlkî avêt Kurdan.

Yasîn efendî ji gundî û cîranan re axivî û got: „AKP partîya xelkê ye. Êdî ji divê em ji xelkên vê herêmê re nebêjin Kurd, ev pir eyb û şerm e. Ji ber em Kurd in, Tirk in, Çerkez in, em milletek in, em milletê îslamê ne“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Belê, li gor tirro, divê em ji Kurdan re nebêjin Kurd. Kurdbûn eyb e, şerm e, em milletê îslamê ne, em milletê çeqilmast in.

Ji xwe Erebên Sêrtê ji berê de ji Kurdan hez nakin. Û ji bo înkara qewmîyeta xwe û qewmîyeta Kurdan çi ji destê wan tê dikin. Yasîn Aktay Erebekî Sêrtê ye û di nav AKP de dijminatîya Kurdan dike. Oktay Vural dîsa Erebekî Sêrtê ye lê di nav partîya faşîst MHP de dijminatî û înkara Kurdan dike. Erdogan zavayê Erebên Sêrtê ye herweha dijminatîya Kurdan dike.

Îcar sayin Yasîn Aktay, di wê qurana ku te xwendiye de tê gotin „kesê eslê xwe înkar bike (kesê ji bo esl û qewmîyeta xwe tiştekî neke) heramzade ye“ (ango ewladê zinê ye, pîç e, dolheram e). Îcar oxlim, dev ji Kurdan û qewmîyeta Kurdan berde, ka berê li gor qurana xwe bimeşe, ji bo esl û qewmîyeta xwe tiştekî bike û piştre zimandirêjîya Kurdan bike cîgerim.

Û ji bîr neke sayin Yasîn efendî, kesê bi kêrî milletê xwe neyê, bawer bike bi kêrî milletekî din jî nayê haaaaaaaaaa!

Sêrt

About The Author