Carmella Decesare silavek da me

Antonîo Vêga

Lotikvana şekirlêvî, bedewa hingivîn Carmella Decesare, silavek da me û silavên xwe ji xwendevanên Lotikxanê re şandin. Carmella Decesare, ev wêneyên xwe bi rêya qasid û sîxuran ji me re şandine û silavên gulgulî ji lotikvanan re şandiye.

Xanima sipehî Carmella Decesare, bi rêya qasid û sîxuran ev peyam ji xwendevanên me re şandiye.

„ Gelî lotikvanên doxînsist, belqitîno….

Ji herdu lêvên xwe yên şekirî maç û silavan ji we re dişînim. Min dixwest ez di nav lotikên we de bin û zindî silavekê bidim we, lê mixabin ez niha tenûrê dadidim û nên pê vedidim. Ji ber wê wextê min tuneye ez bêm dîwanxana we. Lê va ez çend wêneyên xwe ji we re dişînim. Bi soza jinên berê, kengî go tenûra min vemirî û min nanê xwe xelas kir, ezê silavekê li we bikim û dora devê we balêsim“ û xatirê xwe dixwaze.

Werhasilî kelam, niha bi van wêneyên xanim Carmella îdare bikin heta go rebenê tenûra xwe sar bike û bê dîwanxana me…

Roma

Carmella-Decesare

About The Author