Êdî di xewnê de jî dizewicin

M.Cemîlê Mûşî

Evan bêbav û dolheramên sofîk û melayên sextekar êdî ol û dîn û bawerî li ber çavê xelkê reş kirine, kirine wek tenîya binê beroşê. Kûçikbavan hema keçikek xweşik û bedew li ku hebe, hew we dît çav berdanê û bi navê ol û dînê îslamê dixwazin destdirêjîya wê bikin. Ji wan re emir û temen ferq nake, zarok e, mezin e, kamil e, naşî ye, ne xema wan e. Hema ji kevir nermtir çi hebe dixwazin kîrê xwe tê rakin. Wey tifûûûûû, min di rîha we kirino erê welle!

Mamosteyekî Tirk ê bêjî bi navê Î.K (51 salî) li dibistanek ji gundên bajarê Balikesîrê dil dikeve şagirta xwe ya 10 salî. Ne tenê ew keçika 10 salî, di pol û sinif de çi keçikek xweşik hebe çav berdide wan. Piştî ku malbat pê dikesin ku mamosteyê dolheram çav berdide zarokên wan, gilîyê wî dikin û tayîna wî derdixin, ji wê diistanê radikin dibistaneke din.

Mamosteyê dolheram rojekê telefonê ji bavê keçika 10 salî re vedike û dibêje: „Di xewna xwe de keça we dibû jina min, min di xewna xwe de keça we li xwe mehr dikir. Ji niha û pêde keça we bi emrê xwedê û qewlê pêxember bûye jina min. Jina min bixemilînin û ezê bêm jina xwe bibim“ filan û fîstan û quzê dêya Î.K.

Bavê keçika reben behitî dimîne, cêrek ava cemidî bi ser serê wî dadibe. Radibe telefonî polîs dike û hal û mesela mamosteyê qûnde ji wan re dibêje. Axir, mamoste tê bajarê Balikesîrê da ku qaşo jina xwe bibe malê. Polîs bi qerpika stuyê wî digirin û berê wî didin girtîxanê.

Ez serê we neêşînim, evan qûnek û zinêkaran êdî di nava ol û dînê îslamê de mîztine û herimandine. Dêqehpan ji bo kêfa kîrê xwe her tiştî pîroz dibînin û fitûyan derdixin. Helbet li ser navê xwedê û pêxember.

Îcar hay ji mamoste, sofîk û melayên zinêkar hebin qurban. Hay ji zarokên xwe hebin û wan di nav lepê van kûçikbavan de nekin wek berxik û mîha guraxwarî wesselam…

Balikesîr

 

About The Author