Min di qaqilê serê te kiro erê welle…

Pişo Mihemed

Ji berê de dibêjin „Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne“. Kurd yek ji wan milletan e ku herî zêde xayînên wê pir in, kurmên wê pir in û dijminên qewmê xwe ne. Belkî jî di dinyayê de milletê yekem be ku dijminên qewmê xwe ne. Weyla ez di mejîyê 101 bavê Kurdên pîs û xwefiroş kim. Bela Kurdekî baş be û ne 101 Kurdên kurmî bin qardaşim.

Axir, mesela me li ser Kurdên ku diçin qûna sofîkên DAÎşê dalêsin û dijminatîya qewmîyeta xwe dikin, bû.

Wek hûn zanin, 5ê Hezîranê, li Amedê di mîtînga HDP de 2-3 bombe hatin teqandin, 4 Kurd şehîd bûn û bi sedan Kurd brîndar bûn.

Û ew qûnek û dolheramê ku bombe teqandibû kî derkeve başe?

Kurdekî Semsûrê (Adiyaman).

Kurdek ji malbatek Elewî.

Ango bêjîyê heram Orhan G.

Orhan G ji malê direve, dikeve nav zinêkarên DAÎŞê û bê eraq serxweş dibe. Hingî mîza dolheramên DAÎşê vedixwe, dîn û har dibe, dibe dijminê qewmê xwe. Piştî ku bêjî Orhan G li Amedê bombeyan diteqîne, direve tê Dîlokê (Entabê) û dixwaze derbasî rojava nav refê DAÎŞê bibe. Lê polîsên Tirko wî digirin û qûna reş û spî derdikeve meydanê.

Çima xortên Kurd dikevin nav qûnekên DAÎŞê hûn zanin?

Ji ber ku rêxistinên me, partîyên me û hikûmeta Kurdistanê zarokên me, xort û keçên me bi ruh û giyanek netewî perwerde nakin. Ji ber ku hestên netewî di mejîyê wan de naçînin. Ji ber ku Kurd ol û dîn di ser qewmîyeta xwe re digirin. Ji ber ku Kurd her daîm bûne kurtanê kerên xelkê. Ji ber ku Kurd ji xelkê re hêkan, lê ji xwe re zelqên mirîşkan dikin.

Wey tifûûûûûûûû li vê Kurdayetîyê be!

Wey tifûûûûûûûû li vê bênamûsî û bêxîretîyê be!

Wey tifûûûûûûûû li Kurdên pîs û xwefiroş be!

Amîîîîîîîînnnn!

Amed

 

About The Author