DAIŞ di nav navranê de nayê veşartin!

Rêwîyê Kal

Zemanê berê feqîrî hebû, tunebûn hebû. Carîna ji destê feqîrî yan tunebûnê dizîyên balkêş diqewimîn.

Gundî li zozanan bûn, malûm e pez birîn jî dibû. Piştî pezbirînê divê hirîya pez bê şûştin, bê şehkirin paşê jî bê rêsandin ku kêrî tiştekî bê. Meta Zelxo li nav kona li şehê hirîyê gerîya kesekî şeh nedayê, mecbûr ma ji konekî şehê cîranê xwe dizî û kire nav navrana derpîyê xwe hate kon, dît ku mêrê wê li kon rûniştîbû. Zelxo ji mêrê xwe Şeko pir ditirsîya, neçar şeh di nav navranê derpî de li pîya ma.

Şeko got: “ Tu çima li pîya disekinî ? Were rûnê.”

Zelxo got: “ Wuha xweş e ez runanêm. “

Şeko kir nekir Zelxo rûnenişt, fêm kir ku di nerûniştina Zelxo de tiştek heye. Bi israr daxwaza rûniştandina wê kir. Zelxo neçar ma û got: “ Tiştê bi min re bi te re be, tu jî nikarî rûnê.”

Werhasil şehê hirîyê ji nav navrana derpîyê xwe derxist û paşê jî rebenê ji Şeko kutan xwar !

Tirkîyê jî xwest ku DAIŞê di nav navrana derpîyê xwe de veşêre, bi dîmen û vîdyoyên tomarkirî li ber çavê cîhanê rezîl bû. Çi dewletek nemerd e DAIŞ perwerde kir, xwedî kir, alîkarî kir berda ser miletê Kurd !

Ez bi serê we kim, hûn DAIŞê ne di nav navrana dêya xwe de, hûn di qûzê dêya xwe de jî veşêrin, rojekê wê ev hesab ji we bê pirs kirin.

 

About The Author