Belê, modeya îsal, ango ya 2015an, hezkirin û bilindkirina ala Tirko û virqo ye.
Bi xêra lotik û zîtirkên HDP Kurdên bakur bûn evîndarê ala Tirko û virqo. Evîna Kurdên xwelîser û ala Tirko-virqo ji evîna Mem û Zînê geştir û girantir bûye. Ew ala ku bi xwîna Kurdan sor bûye û nîşana dagîrkirin û bindestkirina Kurdistanê ye, îro ji alî hinek Kurdên xwelîser û çeqilmast ve wek modeya sala 2015an tê pêldan.
Ê de modeya 2015an li Kurdên xwelîser pîroz û bimbarek be rebbî.
Hêvîdarin wê Kurdên me wê ala xwîndar di nav şeqê xwe de jî bilind bikin.
Û tew karibin pê qûna xwe jî pakij bikin hê çêtir.
More Stories
Aha îcar Cewlikîyan kêf kir
Xalê me Zekerîya tir ji Kemalîstan berda
5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk