Mirîşka Hecî Emîn û xîreta eşîrê

Nûrî Çelîk

Dîkê apê min Hecî Emîn dev ji mirîşkên hewşê berda û çû nav mirîşkên cîranan. Xuyaye dîkê me ji mirîşkên malê aciz bibû, ji fisikandina wan virikî bûbû û hew temê wî diçû ser mirîşkên malê. Ê helbet herşev tirşik hayê xwarin canim, xuyaye dîkê me xwarinên cuda û fisikandinên cuda dixwest, dixwest bazde ser mirîşkên xerîb û lotikên wan jî biceribîne.

Dîkê me çû nav mirîşkên cîranan, mirîşkên eşîrek din. Di nav mirîşkan de çû û hat, serê xwe xistibû ber xwe û wek girtîyên hepsê virde wêde volta davêt. Car caran di bin çavan re, bi awirên melûl li mirîşkan dinerî. Hinekî şerm jî dikir, hem ji xwe û hem jî ji xwedîyê xwe, ango ji apê min Hecî Emîn. Zanîbû wê kumê Hecî Emîn xwar bike û nav bîne ser wî. Lê ji alîyê din ji mirîşkên malê kerixî û dilxeliyayî bûbû. Dixwest bifisikîne mirîşkên cîranan û tam û lezîza lotikên wan jî biceribîne.

Axir…

Hîna dîkê me di nav van fikar û mitalan de bû, cîran lê hay bûn. Dîtin ku hayhoooooo va dîkekî xerîb ketiye nav mirîşkên wan û dixwaze namûsa mirîşkên wan bike pênc qirûşên xerabe. Bû hawar, bû qêr û qiyamet. Eşîr li hev kom bû, çek û sîleh derxistin, kêr û xincer tûj kirin û qiyamet li ser serê dîkê reben rabû. Dîkê me virde bazda, wêde bazda fêde nekir. Rebeno bêyî ku fisikandinekê bike, bêyî ku bazde ser mirîşkekê hat girtin û xeyalên wî lê herimandin, ji mêranî xistin.

Eşîra cîran piştî lêkolînek kûr û dûr, tê derxistin go dîk dîkê Hecî Emîn e.

Hayhooooooo û hayho!

Dîkê Hecî Emîn û dest bavêje namûsa mirîşkên eşîrê!

Guro te çi xwariye..

Werhasil….

Piştî go rîhspî û mezinên eşîrê kom bûn û gopalên xwe li erdê xistin, koma eşîrê hinekî bi ser xwe ve hat û biryar hat dan ku bi Hecî Emîn re biaxivin û hesabê destdirêjîya namûsa mirîşkên xwe jê bixwazin.

Rîhspî û mezinên eşîrê bi Hecî Emîn re civîyan û kongreyek wek kongreya HDP li dar xistin. Dîk, mirîşk, ker, bergîl, qantir, mîh, bizin, golik û çêlekên gund jî beşdarî civînê bûn û dîtinên xwe anîn zimên. Di dawîyê de biryar hat dan ku dîkê tecawizcî jî û mirîşkek eşîrê jî bê serjêkirin û mesele safî bibe, pêvajoyek bê xwînrijandin û aştîyane bê destpêkirin.

Ez serê xwe û we neêşînim, aha xîreta eşîrê ev e gelî xwendevanan. Namûs namûs e, ha namûsa mirîşkê, ha namûsa jinê. Ma çima em Kurd ketine vî halî û serê çendsed salî ye em bindest û xwelîser in, aha ji ber vê xîret û bêxîretîyê ye. Piranîya me Kurdên xwelîser nedan dû namûsa mirîşkên xwe heta go welatê xwe û namûsa netewî jî li ser kirin. Piranîya me Kurdên xwelîser Tirk û dîkên Tirk kirine serok û rêberên xwe û wek dîk û mirîşkan xwe di bin wan de davêjin erdê, qûna xwe ji wan re belbelotî ezmên dikin. Doh Yalçin Kûçik, Dogû Perînçek û Kemalîstên wek wan ji me Kurdan re kiribûn dîk, îro jî S.S.Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Fîgen Yuksekdag û bi sedan Kemalîstên din ji Kurdan re kirine dîk û mirîşk. Û ji xwe em behsa Dûran Kalkan abêmiz nakin, ew kevir û stûna giran e, nalive û nayê livandin jî.

Îcar qurban, eşîrên me ji bo namûsa mirîşka xwe qiyametê radikin. Lê Kurdên xwelîser, ewên ku li ser navê bratîya xelkan, demokrasî, îslam û sosyalîzma beravêtî Kurdistanê û netew-dewletbûnê difiroşin, dengê xwe nakin û wek eşîra mirîşkê pozê wan jî naşewite. Ketine govend û dîlana Tirkîyê û Tirkîyebûnê û li ber strana „Ölürüm Türkiye“ dansa kê kir kê dikin.

Bi Kurt û Kurmancî; kesê go li ser mirîşka xwe nexeyide, bawer bikin li ser welatê xwe jî naxeyide û hûn sax

About The Author