HOLLYWOOD, CA - AUGUST 10: Actress Angelina Jolie arrives at the premiere of Weinstein Co.'s 'Inglorious Basterds' held at Grauman's Chinese Theatre on August 10, 2009 in Hollywood, California. (Photo by Jason Merritt/Getty Images)

Jolie girêz bi devê Mêrdînîyan xist

Reşoyê Darî

Belê, lotikvan û stêrka Hollywoodê, balyoza dilpak a Yekîtîya Neteweyan Angelîna Jolîe bajarê Mêrdînê tewaf kir û silavek da Mêrdînîyan.

Em Mêrdînî ji jinên bedew û seksî pir hez dikin. Bi taybet em mirîyê Angelîna Jolîe ne. Ji bo lotik û ramûsanek Angelîna Jolîe, em karin şaredarîya Mêrdînê jî li ser kin û bikin qurban. Ma lê nehêjaye babam? Erê vê dawîyê Angelînka me hinekî jar û zeîf bûye jî, lê ramûsanek ji wan lêvên qaling û têrgoşt bes û zêdeye.

Axxx Angelîna ax…

Xwezî bi lotikek şevê, ramûsanek ji wan lêvên sorgulî û bes. Bela wî çaxî melkemot bihata û xirrê min di qurmik de jêkira û hew.

Axir..

Li gor tê gotin, Angelîna Jolîe ji bo lêpirsîn û xweşhalîya penaberan hatiye Mêrdîn û Midyadê. Gava hatiye dê weledê xwe avêtiye. Bi taybet xort û zilam ketine dora tenûrê ji bo ku Angelîna bibînin, destê wê bigirin yan ramûsanekê jê bistînin û bi xeyalên wê  bi xwe xweş bînin, ji xwe berdin. Dibêjin hinekan destê wê maç kiriye, hinekan hinarkên rûyê wê firkandiye, hinekan xwestiye lêvên wê gez bikin û hinekan jî bi dizî pişta wê firkandiye. Lê li gor li ser tenûran tê gotin, Angelîna guh nedaye van lotikên piçûk û miçûk û tenê keniyaye.

Dibêjin Angelîna Jolîe serdana şaredarîya bajarê Mêrdînê jî kiriye û xalê me Ehmed Tirk ji bîr nekiriye. Li ser bextê fitne û fesadên şaredarîya Mêrdînê be, dibêjin gava xalê me Ehmed Tirk çav li Angelînka me ketiye, girêz bi devê wî ketiye, mûyên simbêlê wî wek şûjinan rep bûne, kember û qayîşa şerwalê wî ji ber xwe ve şemitîye û li şûna oda rûniştinê oda razanê pêş Angelînka me kiriye.

Werhasilî kelam, Angelîna Jolîe bajarê Mêrdînê tewaf kir û Mêrdînîyên me jî Angelîna Jolîe tewaf kirin.

Heta carek din xwedê mezin e.

Mêrdîn

jolie turk

lolii

About The Author