XOWARDEYÊ QEDIR ZANA

Rêwîyê Kal

Heso’yê esil Kurd mirovek kîrtûj û xowarde bû, li bajarekî Tirko firoşgerê xalîçeya bû. Paşê karê wî baş neçû îflas kir û ji wî bajarî koçber bû çû.

Heso piştî çend salan rojekê li otobusê siwar bû hate bajêr. Li termînalê rastî hevalekî xwe hat. Hevûdu bi hisret hembêz kirin, piştî xêrhatinê li qehwexaneyekê rûniştin. Ka em guh bidin suhbeta wan:

* Hesen bira rewşa te çawaye? Kar û barê te çawa diçe?

* Birastî berê ne başbû lê niha gelek başe, pirsgirêkên ticaretê hel bûn.

* Jiyana te gelek rengîn bû, te dev jê berda yan ne?

* Birako ez sala par çûm hecê, min tobe kir êdî alkolê venaxwim.

* Lê xowardetî ?

* Ji xwe ez ji bo wê hatim vir.

* Çawa?

* Tu zanî ew dosta min Cemîle hebû, gelek keda wê li ser min heye. Kengî min çend qedeh araq vexwara, wek jina xwe bêdestur diçûm, Cemîle jî ez memnûn dikirim.

* Êêê !

* Min bihîst Cemîle çûye rehmetê, ez hatim biçim ser gora wê û jê re fatîhayekê bixwînim.

Hevalê Hesen bi dengek bilind kenîya û got: “ Ez nû xowardeyekî qedir zana dibînim, tu camêrî, xêra te mezin be û Xweda te efû bike.”

Hinek Kurd bi qasî Heso’yê doxînsist jî ne qedir zana ne, diçin ser gora mezinên Tirk, Ereb û Farisan fatîha dixwînin, lê gora mezinên xwe nas nakin ! Bi serê Mistoyê Kor, bi şaşika serê Xûmeynî sond dixwin, lê li M.Mistefayê Barzan gorê teng dikin !

Wey xwedê xêra we qebûl neke rebbî….

About The Author