Cubbelî şerefa HDP kir pênc pare

Cilêtçî Mihê

Ahmet Mahmut Ünlü yê ku wek Cubbelî Ahmet Xoce tê naskirin, dîsa tirrek bergîlkî kir û bi mîrkutan rabû ser serê wekîlên HDP. Esasen di kesayetîya HDP de Kurd dan ber lotik û zîtirkên xwe. Li gor Cubbelî Ahmet efendî HDPî (bi taybet Kurd) di meclîsê de sûnd bixwin jî û nexwin jî bêşeref û bênamûs in. Min di şaşikê de mîzto wek bûkalemûn e, her roj kirasekî li xwe dike û çawa jê re baş be, wisa dide lotikan.

Cubbelî Ahmet Xoce yê ku mêrê 2 jina ye, di kanalek televizonê de gotin anî ser sûndxwarinê, heqaretek mezin li wekîlên HDP kir û got: „Niha hinek bêşeref hene ku hem dixwazin welêt (Tirkîyê) parçe bikin û hem jî tên di meclîsê de li ser namûs û şerefa xwe sûnd dixwin. Hey bê dîn û bê îmanino, hem hûnê bixwazin welêt parçe bikin, hem jî hûnê bên di meclîsê de li ser namûs û şerefa xwe sûnd bixwin. Ma îcar em karin ji we re bêjin hûn bi şeref in? Hûn tam bêşeref in“ û bêyî ku navê HDP bîne ser zimên, wekîlên HDP kirin bêşeref.

Cubbelî Ahmet efendî, li alîyê din di xudbeya xwe de fatîhe li ser ruhê 146 şehîdên Kobanê xwend, nalet li qûnekên DAÎŞê anî û got ku „divê misilman li hember komkujîya Kobanê bêdeng nemînin“.

Axir….

Îcar birastî dilê meriv li HDP û wekîlên HDP dişewite.

Rebena çiqas dibêjin „Em partîyek Tirkîyê ne, em ne partîya Kurda ne“ jî, dîsa ji ber lotik û zîtirkên Tirkên wek Cubbelî xelas nabin û namûs û şerefa wan dibe pênc qirûşên xerabe, dibe bexdûnis û diherime.

Wey weleeedddd û wey weled!

Aha bratîya Tirkan, yanî „xelklerin qardaşlixî“ ev e ha gelî HDPî no.

Ez bi serê we û bavê we kim, hûn xwe bi ava Eşme rûhî jî bişon, hûn xwe bi heft qalib sabûna Helebê jî bişon, hûn xwe bi axa Anitqabîr a Mistoyê kor helal bikin jî, dîsa fêde nake. Hûn di çavê Tirkan de dîsa (haşayî we) bêşeref in, dîsa bênamûs in û dîsa terorîst in û xelas…

Stenbol

 

About The Author