PDL amadeye kredîyê bide Hikûmeta Kurdistanê

Zinar Qelemşûr

Ji ber ku Erebên qûnreş ên Bexdayê butçeya Hikûmeta Kurdistanê naşînin, rewşa aborî ya Kurdekanên me nebaş e û qrîza aborîyê destpê kiriye. Hikûmeta Kurdistanê hew kare mûçe û mehaneyên karmend û xelkê xwe bide û ev jî dibe sedema nerazîbûna Kurdekan.

Ji bo çareserîya qrîz û bohrana aborîya Başûrê Kurdistanê, hikûmet mecbûre çareserîyekê bibîne û xwe li benda Erebên dolheram nehêle. Yek ji wan rê û çareserîyan ew e ku Kurd xwe ji hikûmeta Bexdayê qut bikin, petrola xwe serbixwe bifroşin û li hêvîya pareyên Bexdayê nemînin. Ji berê de gotine „Çavê li derîya xwelî li serîya“.

Rê û çareya duyem jî qerz û deyn e. Divê hikûmeta Başûrekanim ji welat û bankayên navdewletî bi deyn paran bistînin û xwe deyndar bikin da ku karibin mûçe û mehaneyên xelkê Kurdistanî bidin.

Di vê derbarê de Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ragihand ku wan komîteyek ji Qubad Talabanî, Rêbaz Hemlan û Aştî Hewramî pêk anîye da ku têkilîyê bi bankayên navdewletî re deynin û pareyan peyda bikin. Û ji xwe Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî dabû zanîn ku qrîz û bohrana aborîyê li devê derî ye û şerê li dijî qûnekên DAÎŞê bandorek mezin li aborîyê dike.

Axir…

Piştî vê sosret û rewşa aloz, bawer bikin xew neket çavên rêvebir, general, çawîş û başçawîşên Partî Demokratî Lotikxane. Komîta Rêvebir û Meclîsa Partî Demokratî Lotikxane bi lez û bez civînek awarte çêkir û rewşa Başûrê Kurdistanê nirxand. Lotikvanên PDL bi yekdengî biryar dan ku bê faîz kredîyê bide Hikûmeta Kurdistanê û wan şerpeze li holê nehêle.

Meclîsa PDL biryar da ku ji butçeya salane ya Partî Demokratî Lotikxane ku „salane 199 dolar e„, 100 dolarî wek kredî bide Hikûmeta Kurdistanê û wan ji tengasîyê xelas bike. Helbet em zanin ku 100 dolar têra goştê ber diranê wan û mesrefa hotelên wan nake. Lê mixabin ev ji qûna Lotikxanê tê. Me go „madem lotikvanên Hikûmeta Kurdistanê alîkarîya Lotikxanê nakin û kredîyê nadin me, qe nebe bila qencî û ciwamêrî ji ba me be, emê fedakarîyê bikin û emê ji butçeya xwe 100 dolarî wek kredî bidin Hikûmeta Başûrekanim“. 

Lê bawer bikin 100 dolar jî 100 dolare haaaaaaaaaa..

Bi allahwekîl, ez bi serê Mihemed, Îsa û Mûsa kim, vê heyamê kesek belaş û bê faîz 100 dolarî nade bavê xwe lo, waweylê..

Stenbol

——————

About The Author