Serok Barzanî da bin dûvê namerdan

Şîndar Berwarî

Namerd û dolheram pir bûne. Çima ku Serok Barzanî Kurdayetîyê dike û serxwebûna Kurdistanê dixwaze, xwînheram û qûnekên xwefiroş di her wesîleyê de dijminatîya wî dikin û naxwazin ku Barzanî carek din bibe Serokê Herêma Kurdistanê. Ew dolheramên ku qûna sofîk û melayên rejîma Îranê dalêsin û xulamtîya siyaseta wan dikin, dixwazin ku Barzanî rojek berî rojekê ji serokatî û desthilatdarîyê bikeve da ku rê li ber serxwebûna Kurdistanê û parçebûna Iraqê bê girtin.

Helbet Serok Barzanî kurê bavê xwe ye, kurê Mistefa Barzanî yê nemir e, ji pişta wî ye û ji gotin û helwesta xwe nayê xwarê. Her ku noker û xwefiroş dijminatîya wî û serxwebûna Kurdistanê dikin, ew hê bêhtir li serxwebûna Kurdistanê sor dibe, doxînê ji xêrnexwazan dişemitîne û tilîyekê davêje bin dûvê wan, wan qûnek û tirrek dike.

Serok Barzanî serdana Pêşmergeyên ku di enîya Hewlêr û Mûsilê de bûn, kir. Barzanî di serdana Pêşmergeyên qehreman de axavtinek qerase kir û nîha kefenê 101 bavê xwefiroş û nokeran.

Serok Barzanî di axavtina xwe de vekirî û bê sansûr got. „Ji Kurdan re fersendek zêrîn afirîye. Kurd di asta serketinê de ne. Di pêvajoyek wisa de mafê kesekî tuneye ku behsa desthilatîyek duserî bike. Ez bawerim ku wê gelê Kurd bersiva wan kesan bidin“ filan û xeftan.

Barzanî bi dewamî got: „Kesên ku behsa desthilatdarîyek duserî dikin, ji dîrokê ders wernegirtine. Gelê me ewqas şehîd û qurbanî ji bo parçebûna Kurdistanê nedane. Kesek nikare vê xeyalê bike.Tukes nikare herêma Kurdistanê parçe bike û ji hev veqetîne. Kesên ku ji yekrêzî û yekîtîya Kurdistanê ne razî ne, azad in ku ji xwe re cîhekî din hilbijêrin. Karin jiyana xwe li derveyê Kurdistanê bidomînin (yanî bila bicehimin û ji Kurdistanê derkevin) û da bin dûvê wan kesên ku dixwazin Kurdistan parçekirî bimîne.

Serok Barzanî carek din daxwaza serxwebûna Kurdistanê kir û got: „Tekoşîna ku milletê me bi sedê salan daye, ne ji bo bindestî pîkolîyê ye. Me ewqas şehîd dan, ne ji bo ku em di bin destê xelkê de bin. Îro em li hember bijardeyên serxwebûn û bindestîyê ne. Tucarî emê bindestî û koletîyê qebûl nekin. Daxwaza me serxwebûn e“ û pê de çû.

Ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvanan, Serok Barzanî ne tenê tilîyek avêt bin dûvê xwefiroş û neyarên serxwebûna Kurdistanê. Herweha destê xwe û lingê xwe jî xist qûna wan û tiiiiiirrrrrrrrrrrrrrrrrr ji wan berda û hûn sax…

Dihok

About The Author