Tirk xew û xewnên me jî dilewitînin!

Rêwîyê Kal

Malûm e, cejn bi hatin û çûyînê xweş in. Duh em çûn serdana dost û hevalan ji bo pîrozbayîya cejnê. Gelek westîyayî derengê şevê em zivirîn malê, min kombers vekir û li peyamên twîtêrê mêze kir. Di nav hevalan de li ser ‘serxwebûna Kurdistanê’ niqaş hebû, min jî di derbarê serxwebûnê de çend twît nivîsandin û ez çûm min serê xwe danî ser balgî.

Xew û mirin yek e, êdî nizanim çiqas raza me, ez bi dengê xanima xwe şîyar bûm: “Rêwî Rêwî rabe ! Çi bi te hat, tu vê roja mişeref ji kî/kê re didî çêra ?” Wexta min çavê xwe vekir û hatim ser hişê xwe, çi bibînim ! Xwîdanê di ser min re avêtiye, di bin tesîra xewnê de mame û paşê xewna min jî hat bîra min.

Min got: “Keçê çêrên min çawabûn?”

Got: “ Wele te ne dê hişt ne bav, nizanim kî ye lê te bi çêrên tund û tûj ode bi serê me de hejand.”

Ez kenîyam û min got: “ Ev kûçikbav faşistên Tirk nahêlin em bi dilrehetî razên û xewnan jî bibînin, min qenc û xweş kirîye.”

Got: “ Çawa yanê? “

* Keçê min twîtek avêtîye û min daxwaza serxwebûnê kirîye.

* Êê

* Parlamenterek MHP’yî bi telefonê li min digere, dibê ‘te çima ew twît avêt?’ Ez dibêm ‘serxwebûn mafê me Kurda ye jî’; ew dibê ‘Tu perçeker fesadî, mêze Ocalan serxwebûnê naxwaze, Xetîb naxwaze, Aysel naxwaze, Nûrselî naxwaze, Sirî naxwaze, Sebahad naxwaze, Ehmed naxwaze, Xêro naxwaze,Muslîm naxwaze, Cemîl naxwaze, Besê naxwaze, Gulten naxwaze, Asya naxwaze, Xelîl û Celîl jî naxwazin. Tu çima dixwazî?’

* Êê

* Êê û êê, ez dîn bûm. Çi hat devê min min wek gule barand, ev xewn bû, de êdî para kî/kê çi ket nizanim. Xweda guneh nenivîsine!

Elawekîl ku min hişyar nekirina wê gelek kesên Tirk, Ereb û Farisparêz biketina menzîla dijûnên tund, xwedê bistrîne wê “yekitîya” ( ya tuneyî) Kurdan jî xisar bidîta !

Cejna Kurdistanîyan pîroz be !

19 Tîrmeh 15

About The Author