Êrîşên li dijî PDK xizmetê ji dijmin re dikin

Nûrî Çelîk

Kurdistan di pêvajoyek zîz û dîrokî re derbas dibe. Li aliyekî dagîrkerên Kurdistanê ji bo têkdana Kurdistanê di nav şerek vekirî de ne, li alîyekî terorîstên DAIŞê bi nemirovane êrîşî Kurdistanê dikin û li alîyê din jî mixabin em dibînin ku hinek tevger, rêxistin û partîyên ku qaşo li ser navê Kurdistanê derketine holê, dijminatîya Kurd û Kurdistanê û bi taybet jî dijminatîya PDK û Barznî dikin. Di demek wisa de ku pêşmergeyên qehreman li dijî terorîst û dijminên gelê Kurd bi xwîna xwe Kurdistanê diparêzin, derxistina alozî, têkbirina aramî û destkeftinên Kurdistanê ne di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de, lê di berjewendîya dagîrker û dijminên Kurdistanê de ye.

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê, li hinek deverên Silêmanîyê, di bin navê ”protestoyên ji bo mûçeyan” de qaşo xwepêşandan tên kirin. Ev hewldanên ku bi taybet bi destê Tevgera Goran, beşek ji YNK û alîgirên PKK ve tên kirin, êdî ji hedef û armanca protestoya mûçeyan derketine û bûne êrîş û şerê li dijî Partîya Demokrat a Kurdistanê û Barzanî. Di van protestoyan de buroyên PDK û dezgehên nêzîkî PDK tên şewitandin.

Tevgera Goran, a ku qaşo ji bo guhertin û demokrasîyek berfirehtir derketibû holê, îro ji wê armanca xwe dûr ketiye, bûye serkêş û yekem gunehkarê alozî û têkbirina destkeftîyên başûrê Kurdistanê. Helbet Goran û serokê wê Newşîrwan Mistefa van kiryarên kirêt bi serê xwe nakin. Li pişta wan melayên Tehranê, beşek ji YNK û alîgirên PKK jî hene. Bi van protesto û derxistina alozîyan dixwazin li başûrê Kurdistanê du desthilatdarî bên lidarxistin, başûrê Kurdistanê bê parçekirin û Kurdistan serbixwe nebe. Ev jî ji serî de daxwaz û helwesta melayên Tehranê ye û Tevgera Goran jî wek maşika Îranê xizmeta van plan û projeyên dijminane dike.

Min wek Kurdekî ti wextî îman pê neanîye ku opozîsyona Tevgera Goran demokratîk tev digere. Hetta gelek caran ji kiryarên wê tê xuyakirin ku di eslê xwe de li ser navê opozîsyanê xizmeta dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî dike. Kurdistan di nav belayek pir xeter de ye.
Tevgerên mîna Goran û hewkarên wê, tucarî berjewendîyên Kurdistanê nafikirin. Berjewendîyên xwe û tevgerên xwe di ser her tiştî re digirin. Berjewendîyên Kurdistana serbixwe û yekgirtina milletê Kurd ne di xema wan deye. Korefahmî bûne, dorpêçkirina dijminên Kurdistanê nabînin yan jî naxwazin bibînin. Li hemberî van dijminan girîngîya tifaq, yekzêrî û hevgirtina kesayet û partîyên Kurdistanê nabînin. Û bi taybet jî girîngîya xebat û tekoşîna kesayetên mîna Mesûd û Nêçîrvan Barzanî nabînin. Ev tevgerên ku qaşo li ser navê Kurdan derketine holê û têkbirina malbata Barzanî û PDK ji xwe re kirina armanc, ji bîr dikin ku Barzanî û PDK îro li her çar parçeyên Kurdistanê sembol in, sembolên pîroz in û nîşana Kurd, Kurdistan û Kurdayetîyê ne. Û armanca van protesto û çalakîyên dijminane jî ev bi xwe ye. Ango, di kesayetîya PDK û Barzanîyan de têkbirina destkeftîyên netewî û astengkirina Kurdistanek serbixwe ye.

Bêguman e, di dema îro de, di rewşek wisa zîz û girîng de ev çalakiyên ku ji alî Tevgera Goran û serokê wê Newşîrwan Mistefa ve tên organîzekirin, çalakî û kiryarên dijminane ne . Ev dijminatî ne tenê li hember PDK û Barzanî, lê herweha li hember ewlehî û aştîya civaka Kurdistanê ye jî. Ev siyaseta dijminane û êrîşkar ne di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de, lê di berlewendîya DAÎŞê û dijminên Kurdistanê de ye.

Hêvîdarim welatparêz û kesayetên niştimanperwer yên di nava Tevgera Goran de xeterîya van êrîş û dijminatîyan bibînin û li hember siyaseta qirêj ya rêvebirên tevgera xwe helwestek Kurdistanî bigirin.

Divê bê zanîn ku destkeftîyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û wê gelê Kurd van destkeftîyên pîroz nekin bi qurbana siyaseta dijmin û Kurdistana pîroz biparêzin.

13.10.2015

 

About The Author