Êrîşên ser PDK xizmeta dijminên Kurdistanê dike

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê, li derdorên herêma Silêmaniyê, di bin navê ”protestoyên ji bo mûçeyan” de xwepêşandan tên kirin. Ev xwepêşandanên ku qaşo di bin navê mûçeyan de tên kirin, êdî ji armancê hatine dûrxistin û bûne êrîşên ser buro û dezgehên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Tevgera Goran û alîgirên wê êrîşî ser dem û dezgehên PDK dikin, dijminatî û nîfaqê di nav Kurdan de belav dikin. Ev hewldanên ku bi taybet Tevgera Goran li pişta wê ye, ji armanca protestoya mûçeyan derketiye û li hember PDK bûne çalakî û êrîşên dijminane.

Kurdistan di rojên dijwar re derbas dibe. Ji alîyekî êrîşên terorîstên DAÎŞê, ji alîyekî desttêwerdanên dagîrkerên Kurdistanê, û niha jî provokasyonên Tevgera Goran û hevalbendên wê, xwedîyê yek armancê ne. Ew armanc jî têkbirina aramî û destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û têkbirina daxwaza serxwebûna Kurdistanê ye. Dewletên dagîrker û bi taybet jî dewleta îranê naxwazin Başûrê Kurdistanê bibe dewlet. Ji ber ku PDK û Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê dikin, bi destê tevger û partîyên mîna Goranê provokasyon tên lidarxistin û dijminatîya PDK û Barzanî tê kirin.

Em wek Partîya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-B) van provokasyon û dijminatîyên li hember PDK û Barzanî bi tundî şermezar dikin û li dij derdikevin. Divê bê zanîn; kes, rêxistin û partîyên ku di vê rewşa dijwar û zîz de dixwazin destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibin û Kurdan ji xewna Kurdistanek serbixwe dûr dixin, ne xizmeta Kurd û Kurdistanê lê xizmeta dijminên Kurdistanê dikin. Hêvîdarin Tevgera Goran aqlêselîm tevbigere û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê li ber çav bigire.

Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur

PDK-Bakur

12.10.2015

About The Author