Koçerê vegeriya tebhê berê

Bazê Qendîlê

Dema kesek tiştekî nebaş dike û piştre tobe dike ku êdî wî karî neke, lê piştî demekê cardî lêvedigere, vê pendê li ser dibêjin: Koçerê vegeriya tebhê berê. Yan weke ku qûnreş dibêjin: (Helîma aadet îla adetîha alqadîma).

Îro tiştê ku li Başûrê Kurdistanê dibe gelekî bi tirs û saw e û hêvîya Kurdan cardî vegerand ser zêro. Biracan û kakacanên me, qaşo sond xwaribûn ku êdî herame xwîna Kurd bi destê Kurd bê rijandin û êdî dema berê çû. Lê gava ku em dibînin îro di Başûr de çi çêdibe ji heqê me ye ku bibêjin: Koçerê vegeriya tebhê berê.

Bera em wek bizinê nigên xwe li beroşa şîrê xwe nexînin û nerjînin, em ji bo kursiya bin qûna xwe êdî qûnê jî li ser nekin! Nebin Tûnis û Lîbya û Yemenê!

Ev demeke ku li Başûrê Kurdistanê rewşek aloz heye û roj bi roj berbi rewşeke tarî ve diçe, sedemên wê jî zor in wek kursiya serokatiyê, rewşa aborî, firotina petrolê, rewşa bêkarî û mûçeyên fermanberan.

Berî çend rojan, yek ji serkirdayetiyên PDK li ser tv-yekê digot: Yan wê serok Barzanî serok be yan jî wê Herêma Kurdistanê ji bo van du salan bê serok be. Birastî vê gotinê, gotin û diruşmên hevalên Başar Asad xistin bîra min, dema şoreşa sivîl li Sûriyê destpêkir wan digot: (imal Asad ew nahriq albalad) ango „Yan wê Asad serok be, yan emê welat bişewitînin“ û birastî wan bêbavan ew welat şewitandin û wêrankirin, bi sedhezaran kuştî, bi deh milyonan penaber û bi dehan bajarên wêrankirî.

li Herêma Kurdistanê jî, dema kursiya serok hejiya, ne mûçeyên fermanberan ma, ne zagon ma û ne jî prînsîpên demoqrasîyê man, ma oxlim çima ev kursî ewqas pîroz e?

Gelî lotikvanan, we di zagon û qanûnên dinyayê de dîtiye û bihîstiye ku cîgirê wezîr ji wezîr re bibêje: „Here li mala xwe rûnê, êdî tu ji wezîrtî ket“. Yan cîgirê serokê perlemanê ji serokê perlemanê re bêje: „Vegere mala xwe, êdî cihê te li perlemanê nema“. Yan ev dîmoqrasiyek nû û taze ye? Kakacan, ev helsûkewt tenê di odeyên muxtar û şêx began de mirov dikare bibîne, ev ne li gor zagon û prînsîpên dewlet û welatên nûjen in! Me nekin sînema û qirdikê sersalê di nav xelkê de!

Lê bi qesema navê xwedê kim, cardî bû lîska zarokan! Gelek caran digotin ku, ewê nêzîk dewleta Kurdî îlan bikin lê xelkê bawer nedikir. Ez bi telaqê Koçerê û Helîmê kim, nêzîk maye sînorê wê dewletê îlan bikin, lê ev sînor wê ne Çiyayê Hemrîn be, lê belê dibe Dêgele be! Hemî kes jî dizane, di salên borî de, Dêgele çi êş û birîn di canê miletê Başûr de vekiribû!

Ez nizanim çima em ji van qûnreşan ibretê wernagirin! Binêrin ma çi bi serên wan nehat! Kî çi dibêje û kî koletiya kê dike, ji vî ve! Lê ez bixwe ne kolê Barzanî me, ne mirîdê Apoyê Imralî me û ne jî liba tizbiya Celalî me! Li ba min tiştê pîroz xak e, welat e, xizmetkirina milet e. Serokayetî ne pîrozî ye, serok tên û diçin lê ku welat û milet çûn, êdî nema vedigerin!

Ez bi her şeş telaqên Helîmê û Koçerê kim, heger ev liv û tevgera Kurdan be, wê vê carê jî qûnê li ser kin û vê fersendê ji dest berdin!

Ez hêvî dikim ku rêberên Başûr avekê bera ser vî agirî bidin û dilên dijminan xweş nekin. Bera sînorê me ji Efrîn heta Xaneqîn be û armanca me xak û ev welatê zêrîn be!

Kurdistan, 14.10.2015

About The Author