Qewlê xwedê şeş in keçko

Sosin Bermal

Li ser bextê fitne û fesadên Rûdawê be, dibêjin lotikvana germik û nermik û şîrîn Çopî Fettah, lotikek li mêrê xwe xistiye û ew berdaye. Dibêjin niha Çopîya me serbixwe ye û serê wê rehet e.

Çopîya me ji Rûdawê re gotiye: “Perwerde û nerîna min ew e ku dema ez bizewicim, heta heta tê de bimînim. Lê mixabin ew daxwaza min bi cîh nehat û min li ser daxwaza xwe biryar da ku ji hevjînê xwe dûr bikevim. ”

Yanî çi?

Yanî, Çopî xanimê mêrê xwe berdaye û berdan li ser daxwaza wê pêk hatiye.

Ê başe keçko, belkî mêrê te nexwesta hûn hevdu berdin, belkî mêrê te ji te hez dikir û nedixwest hûn hevdu berdin, ma hema hevduberdan tenê li ser daxwaza te çêdibe?

Wele yabo me kêf kir!

Bizewice û kengî tu ji xwarina cacîqê têr bû, mêrê xwe berde!

Axir…

Meraqan meke Çopî xanim..

Qewlê xwedê şeş in.

Ew nebû yekî din, yek din nebû duduwê din, dudu nebû sisiyê din, sisê nebû çarê din, çar nebû pêncê din, pênc nebû şeşê din.

Çawa be berdan di destê te de ye û li ser daxwaza te ye….

 

dillin_hoox_daya_gian_ft_chopy_620x349-620x349

About The Author