MEJÎSİSTÎ

Devliken Kelogirî

Ev lawê min Teyo dawa çi li PKKyê dike?

Hey mejîsist!

Ma tu bûyî Haçko û bi me keteyî law?

Bi xêra PKK, YDG-h û koncal û hendek û erebeyên çopê tu bûyî desthilatdar, hikum ketiye destê te.

Bes ji derdê te, daturize li mala xwe êdî weyy!

Ne nankor be. Ji dêleva tu yê spasiya wan bikî, tu diçî êrişî ser wan dike, hey ehmeq! Eyb e eyb…

Dara bin xwe nebire.

Heger tê bibirî jî, bibire, lê tê dû re bi xwe de birî. Ji min gotin. Dîsa jî tu bi kêfa xwe yî.

Bi telaq, bi nîv henekê tu filitî. Rabe rûne ji zarokên me re dua bike yan na tu yê bibûya qeşmerê qeşmeran; ne qesra te dima, ne malbata te, ne jî nav û deng û serweta te…

Dev ji kurdan berde û di tirkan ne.

Ez qala Tirkan Şoraya lîstikvan nakim ha. Ez li ser miletê te dibêjim. Di kurdî de „an“ nîşaneya pirjimariyê ye. Tirk“an“ te go erê camêr? Yanî kîrê xwe li rebena Tirkanê rep neke…

Ya rast, nuha tir li Tirkanê bûye fis; xêr tê de nema ye, lê dîsa jî Tirkan Tirkan e û xewn û xeyala her zilamî ye serê xwe deyne ser memikên wê.

Axir, em dev ji Tirkan û tirkan berdin…

Me digo çi?

Me go: Kurd li mala xwe, tirk li mala xwe…

Û Xwedê bibêje erê, piştî cehenema pênc mehan ku tenê em mirin û bajarên me li ser serê me bûn xirbe, pêvajoya aştiyê yê dîsa dest pê bike.

Ji mêj de ye li ser ekranan qal û behsa serokê sererd û binerd nedibû. Piştî bêdengiya nizanim çend mehan serokê sererd û binerd ê (di rastiya xwe de peyva serok di kurdî de tune ye. Her tim di lîteratura kurdî de serek hatiye bi kar anîn. Îro ez jî ji Seyda Raîf hîn bûm) wek feylesofên berî pêxemberan derkeve, bipeyive û daxuyaniyan bide.

Di dawiyê de; Gelo Silhedîn çi difikire?

Çi ji vê pêvajoyê ket serê wî? Ew ê heya kengî xwe bixapîne?

Û ew ê kengî fêhm bike ku bi vî mejiyî ne siyaset dibe, ne jî meseleya kurd û kurdî û Kurdistanê safî dibe?

Têm destê mezinan û çavên biçûkan…

Û nahlet were li derewînan!

Çaww…

About The Author