Va hatin pêşmergên me

Şîndar Berwarî

Belê, piştî demek dirêj Şengalê ji dolheramên DAÎŞê hat azadkirin û heyfa brayên me yên Êzîdî ji wan segbavan hat hilanîn.

Pîroz û bimbarek be, dest û pişt û tifinga pêşmerge sax be û xwedê Serok Barzanî ji serê milletê Kurd kêm neke.!

Kesên ku di dema çûyî de li ser navê Kurdan êrîşî pêşmerge û Barzanî dikirin û îro jî dikin, bi azadkirina Şengalê rûreş bûn û wê hîna jî rûreş bibin. Kesên ku qaşo bi 7 kesan Çiyayê Şengalê ji DAÎŞê rizgar kiribûn, Tirkên ku bi navê çepîtî û sosyalîzmê neyartîya pêşmerge û Barzanî dikin û îro bi çend gerîllayên qûnqetiyayî qaşo dixwazin Rojhilata Navîn azad bikin, dîsa li ser pişta pêşmerge û Barzanî diçêrin û xwe dikin şirîkên rizgarkirina Şengalê.

Kes û hêzên ku neyartîya serxwebûna Kurdistanê, neyartîya pêşmerge û Barzanî dikin, wek doh, îro jî di çapemenî û medyaya xwe de kef bi devê wan dikeve û bi hêza pêşmerge, bi sekin û helwesta Barzanî dîn û har, gêj û serxweş dibin. Lê li ber xwe nakevin. Ne şerm dikin, ne jî fedî. Û ji bo eyb û şerma qûna xwe veşêrin, di çapemenîya xwe de xwe dikin şirîkên rizgarkirina Şengalê, xwe dikin şêrên Şengalê û didin zîtirkan. Hem jî zîtirkên bergîlkî.

Lê mesele ne ew lotik û zîtirkên ezezî, dizdizî û bergîlkî ne. Rastîyek heye ku ew jî ev e:

Şengal azad bû.

Kê azad kiribe ji vî ve!

Şengal Kurdistan e û wê tucarî nebe karton, kanton, paçik û kaxez.

Şengal wê bibe bûka Kurdistana serbixwe, Şengal wê bibe tirsa dilê neyarên hundur û derve û hûn sax…

Bijî pêşmerge!

Duhok

al sengal

About The Author