Ka go te qencîyek wisa bikira xweşiko

Mao Zeytûn

Piştî ku Tirkoleran balafirek Rûsan xist û qûş li pîlotên wan qetandin, tofan û bablîsok rabû û dê weledê xwe avêt. Niha navbera Tirkan û Rûsan bûye şorba nîskê û herdu alî gef û zirtan li hev dikin. Ê de xwedê bikim di qûna hev nin û hevdu bidin ber bombe û mombeyan. Ji vî ve!

Axir…

Helbet xistina balafira Rûsan ne tenê Rûs, lê dost û hevalbendên Rûsyayê jî aciz kirin. Wek Îran, Sûrî, Çeçenistan û Koreşa Bakur.
Di vê derbarê de sofîk û melayên Îranê qef û zirt li Tirkan kirin çima ku balafira Rûsya xistine xwarê. Çeçenistanê dîsa bi heman haweyî zirt kirin. Û yê dawî jî Serokê Koreya Bakur û kilê çavê keç û jinên Koreya Bakur Kîm Jong-Un bû.

Li ser bextê fitne û fesadên Koreşa Başûr be, dibêjin xortê lihevhatî û seksî, sermezinê xweşik û çeleng Kîm Jong-Un zirt li Tirkîyê kiriye û gotiye: „Bineeerrrrr binerin ha! 365 jinên min ji min berdayî bin, ez bi gora Stalîn û Mao Zeytûng kim, heke Tirk Sûrîyeyê bombebaran bikin, ezê bi bombeyek atomê Tirkîyeyê ji ser rûyê erdê rakim, ezê wê bi melkesek atomê rêş bikim û bavêjim teneka sibil, ezê wê bikim sergo û hew“ filan û fîstan.

Îcar li ser bextê zinêkar û bertîlxurên Enqerê be, dibêjin piştî vê zirta sermezinê Kîm Jong-Un, Tirk ketine helak û kelecanê, qidûmê wan şikestîye, ji mêranî ketine û hew kîrê wan radibe. Gava li sûret, wêne û dirûvê Kîm Jong-Un dinerin, ditirsin, jê dikevin şikê û dibên „law çep û rastê vî teradînê han ne kifş e, bi allahwekîl ji vî teradînî tê ku birastî jî bombeyek atomê bavêje Tirkîyê law“ û zorî dane tirr û fisan.

Ez serê we neêşînim, herkes ji alîyê xwe ve tirr û fisek vala dike û dikeve rojevê. Lê kesek mala xwe nabe mîratê, soza xwe nayne cîh û bombeyek atomê bi ser Tirk û Ereb û Eceman de bernade.

Ê de berdin oxlim!

Yan vir û derewan nekin, yan jî wek mêran zirtên xwe bînin cîh wî, ma hûn ne zilam in cîgerim!

Koreya Bakur

About The Author