“Sayin Ocalan” azad bû, pêvajo temam bû

Sofî Xelef

Belê, dawet ferikî û berbûk hetikî.

Wek hûn zanin, berê dema ku wekîlên BDP ji Abdûllah Ocalan re digotin “Sayin Ocalan”, erdhej û zelzele li meclîsa Tirko radibû. AKPî, CHPî û MHPî yan kirasê xwe diçirandin, qirika xwe diqetandin û êrîşî wekîlên BDP û gotina Sayin Ocalan dikirin. Lê piştî go xwarzêya serokê sererd û binerd Dîlek Ocalan ket meclîsa Tirko û tew di dîwana serokatîya meclîsê de jî rûnişt, êdî wekîlên Tirko germo nermo bûn û mecbûr man bêjin “Sayin Ocalan”. Yanî, bi wekîltîya Dîlek Ocalan xanim efendîlerî re meclîsa Tirko tirrek bû û ji qûnekên LGBT xerabtir lê hat. Ne tenê doxîn li wekîlên Tirk sist bû, herweha Ocalan di dîwanê de wek alîkara Denîz Baykal serokatîya sûndxwarina wan jî kir û tirr ji wan û namûs û şerefa wan berda.

Wek hûn zanin, xaltîka me Dîlek Ocalan keça Hazretî Fatma Ocalan e, di zanîngehê de beşa tûrîzmê xelas kiriye. Hinek fitne û fesadên meclîsa Tirko dibêjin “dibe ku Dîleka me di pêşerojê de bibe wezîra tûrîzmê ya Demokratîk Cimhûrîyeta Tirkîyê” filan û fîstan.

Axir û werhasilî kelam, Dîlek Ocalan a ku wek xalê xwe Ocalan netew-dewletê li Kurdan diherimîne û dijminatîya Kurdistanek serbixwe dike, gotina “Sayin Ocalan” bi meclîsa Tirko ve zeliqand. Bi saya serê wê êdî her wekîl û partî mecbûrin bêjin “Sayin Ocalan”. Hûn zanin, gotina “Ocalan” wek şîrêz û zemqa Japonî ewa 404ê ye, ku bi cîhekî ve bizeliqe êdî qiyamet jî rabe hew xwe berdide. 40 sal in bi Kurdan ve zeliqî ye û xwe bernade. Îcar bifikirin bê wê çend salan bi Tirkan ve zeliqandî bimîne.

Ya rebbî star, xwedê neyne serê kesî…

Ê de xwedê kerîm û rehîm e..

Em lotika Dîlek Ocalan pîroz dikin..

Û bi qebûlkirina “Sayin Ocalan” re bawer bikin pêvajoya aştî û çareserîyê jî temam bûye. Ma hevallerên me nedigotin û nabêjin “Heta Sayin Ocalan azad nebe çareserî çênabe” babam?

Ê naxwe çi!

Sayin Ocalan li meclîsê ye, di meclîsê de azad e û siyasetê dike.

Û wekî din!?

dilek

About The Author